Em ê di çend rojên pêş de encama civîna li gel şanda DEMê bibînin..!
Serokê AK Partiyê û Serokkomarê Tirkiye di derbarê hevdîtina xwe li gel şanda Îmralî ya DEMê daxûyaniyek da.
Erdogan hevdîtina xwe ya bi şanda DEMê re wekî hevdîtinek berhemdar nirxand û got dê rojên li pêşiya me de hunê encamên baş yên vê hevdîtinê bibînin.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja Şemiyê di vekirina Baxçeyê Gel de li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê gotarek pêşkêş kir.
Di beşek axaftina xwe de, Erdogan girîngiya birêvebirina baş a pêvajoya çareseriyê tekez kir û bi bîr xist ku Wezîrê Derve Hakan Fîdan û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç roja Pêncşemê agahdariyên girîng dan endamên komîsyona Parlementoyê.
Erdogan got, “Me li qesrê pêşwazîya şanda DEMê kir. Me bi wan re hevdîtinek pir avaker, û berhemdar kir. Em ê di çend rojên pêş de fêkiyên wê civînê bibînin.”
Recep Tayyip Erdogan êvara Pêncşemê li Qesra Serokkomariyê pêşwaziya Cîgira Serokê Parlamentoya Tirkiyê Parvîn Buldan û Parlamenterê DEMê Mîdhat Sancar pêşwazî kirîbû.
Piştî hevdîtinê, şanda DEMê li ser tora civakî X got ku wan têgihîştinek û lihevkirinek hevpar heye ku gavên erênî zûtirîn dem de bêne avêtin.
Şandeyê got, “Şandeya me nêrîn û pêşniyarên xwe li ser qonaxa niha ya pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk û gavên ku di pêşerojê de werin avêtin pêşkêş kirin.”


