Ji bo çi PDK

Ji hemiyê girîngtir, ji bo parastin û wêdetir birina statûya Herêma Kurdistanê, ji bo dewletbûna kurda divê PDK di hilbijartina de serbikeve da ku bibe bersiva daxwaziyên miletê kurd…

Dara Bilek
Ji bo Parlementoya Iraq a Federal hilbijartin li Iraqê û Kurdistanê tene kirin. Ev hilbijartin ji bo Herêma Kurdistanê gelekî girîngin. Tê zanîn ku, ji roja Qanûna bingehîn a Iraqê hatî qebûlkirin, heta niha pirsgêrêka herî mezin di navbera Bexda û Hewlêr de ewe ku, qanûn tu cara li Iraqê nehatiye bi karanîn. Yanî hukumetên Iraqê guh nadin Qanûnê û li gora siyaseta xwe ya rojane li gel herêma Kurdistanê pwendiya datînin.
Gelek caran rayadarên Kurdistanê ji bo ne karanîna qanûnê gazinda ji hukumeta Iraqê dikin. Nûnêrên Kurda li Bexdayê ji bo cîbicîkirina qanûnê û herweha ji bo parastina mafên Herêma Kurdistanê yên qanûnî tevdigerin. Gelek cara Hukumeta Bexdayê mûçeyên ku mafek gelek xwezayî yê karmendên Kurdistanê ye, wekê çekekî li himber xelkê Kurdistanê bi kartîne. Ji bo vê yeke eger Kurd bi van hilbijartinan de serkeftinek baş destve bînin û herên Baxdayê , dê behtir hukumeta Iraqê de xwedî bandorbin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro behsa du xalên gelek girîng û sereke dike. Yek jê dibêje gerek Kurdistan serxwebûna xwe ya ekonomik destve bîne. Ev yek belkî jî xala herî girînge ku, kurd bikaribin li herêma Kurdistanê destkeftiyên xwe biparêzin û Kurdistanê bi hemû awayî ve berûpêştir bibin. Duyem Nêçîrvan Barzanî dema behsa Iraqê dike, ji tunebûne federaliyê gazindê dike û dibe je: “ Irak çibe lê ne federalîye“ Ev yek cewherê statûya Iraqê û rejima Iraqê dide ber çavan. Yanî Iraq îro tene bi nav federaliye. Sedemê sereke ewe ku, Irak qanûna heyî paşguh dike.
Mixabin li Baxdayê jî eger car cara Kurd bi hinek pirsan de bi yekdengî tevbigerin jî, lê dixweyê hinek aliyên kurd erka xwe ya bingehîn ya parastin û destxistina mafên Kurda pêknaynin. Ev jî dibe sedemek ku, PDK bi tenha xwe hewldana parastina maf û destkeftiyên Kurda dike. Îro du partiyên sereke li başûrê Kurdistanê hene. Partîyên din jî li gora siyaseta xwe bi awayekî tevdigerin. Cewazîya herdu partiyên sereke ewe ku, bere aliyekî li Bexdayê ye û bere aliyek din li Hewlêre. Evê xala herî girîng û cewaziya di navbera PDK û YNKê de.
PDK partiya yekem li Kurdistanê û tevitiya Iraqê ye. Ji bo parastina staûya Herêma Kurdistanê PDK pêwistiyeke û gerek di van hilbijartinan de jî serkeftinek mezin destve bîne.
Ji bo çi PDK:
Dema mirov bikeve di nava hûgiliyan de, bê guman mirov dikare gelek rexneyan li PDKê bigre û behsa kêmasiyan bike. Lê li Kurdistanê de PDK yekem partiye ku, dewletbûna Kurda diparêze. Yekem partiye ku, li himber Bexdayê destkeftiyên netewî yên Kurdistanê bi hêzek mezin diparêze û dema pêwîst ji bo statûya Herêma Kurdistanê li himber Bexdayê serî radike û helwesta pêwîst datîne holê.
Eger em îro bere xwe bidin Herêma Kurdistanê , avakirina Kurdistanê de rolê PDKê gelek vekirî dixweyê. Ji bo vê yekê dema em berjewendiyên Kurdistanê biparêzin, dema em bixwazin li himber Bexdayê ji bo parastina mafên netewî divê li ser linge xwe bi serbilindî bisekinin divê em PDKê bi hêztir bikin.
Yanî serkeftina PDKê dê bibe serkeftina Herêma Kurdistanê. Ne hewceye ku, mirov beje PDKê çi kiriye yan çi nekiriye. Lê PDKê her tim mafên netewê yên Kurdistanê parastiye. Heta wek hemwelatiyên Kurd eger em bixwezin welatên xwe û berjewendiyên miletê xwe biparêzin, ne ji bo PDKê ji bo xwe em mecburin denge xwe bidin PDKê.
Divê em deng bidin PDKê daku, ew jî bi hêztir li Bexdayê berevaniya berjewendiyên me û xaka me bike.
PDK divê sîstema federaliyê ya li Îraqê bi awayekî praktîkî bêxe jiyanê. Ji bo vê gerek em deng bidin PDKê.
Eger em bi kurtahî ji roja Referanduma Serxwebûna Kurdistanê hatî li darxistin û heta wek îro bere xwe bidin bûyer û guhertinên rûdayîn û di vê pêvajoyê de helwesta aliyên siyasî berçav re derbas bikin emê behtir têbigihin ku, ji bo çi divê em deng bidin PDKê.
PDK hevceyê vî miletiye û ev milet jî hewceyê PDKê ye.
Serkeftina PDK serkeftina miletê Kurd e.


