Teknîk

Amed dibe navenda nû ya aboriya zekaya sûnî

Sempozyûma ISEPA’25, ku li Zanîngeha Dicle dest pê dike, dê akademîsyenên ji çar aliyên cîhanê di bin mijara “Hevsengiyên Hêza Aborî ya Cîhanî di Serdema zekayê (akil)Sûni de” bîne cem hev.

Sempozyûma Navneteweyî ya 8emîn a li ser Aborî, Siyaset û Rêveberiyê (ISEPA’25), ku ji hêla Fakulteya Zanistên Aborî û Rêveberiyê ya Zanîngeha Dicle ve tê organîzekirin, dê di navbera 20-22ê Cotmehê de li Dîyarbekirê were lidarxistin. Mijara îsal, “Hevsengiyên Hêza Aborî ya Cîhanî di Serdema Zekaya Sûni de”, dê veguherînên gerdûnî di aborî, siyaset û teknolojiyê de lêkolîn bike.

Merasîma vekirinê îro saet di 10:00ê sibê de li Navenda Çand û Kongreyê ya 15ê Tîrmehê ya Zanîngeha Dicle pêk were. Waliyê Dîyarbekirê Murat Zorluoğlu, Şaradara Bajarê Mezin Serra Bucak, Rektor Prof. Dr. Kamuran Eronat, û Dekana Fakulteya Zanistên Aborî û Rêveberiyê Prof. Dr. Pelin Karatay Göğül dê beşdarî merasîmê bibin.

Sempozyûma ISEPA’25 bi panelên cuda 3 roja berdewam dike.

Back to top button