Cîhan

Hêzên Îsraîl derbasî başûrê Sûriye bûn û xalên kontrolê danîn..!

Hêzên Israîlê derbasî hejmarek navçeyên gundewarê Quneytirayê bûn û rêbend li hin xalan danîn.

Jêderên xwecihî ji deverê da zanîn, hêzeke Israîlê ku ji 8 otombîlên leşkerî pêk tê derbasî hin navçeyan li gundewarê Quneytirayê bûne, û rêbend li hin xalan li derdora gundê Ofaniyê danîne.

Li gorî jêderan, hêzên Israîlê lêpirsînê li welatiyan dikin û daxwaza regeznameyan li wan dikin.

*Tevgera leşkerî li Başûr 

Ev pêşhate di çarçoveya tevgereke leşkerî ya berfireh a hêzên Israîlê de ye ku di dema bûrî de li Başûrê Sûriyê bi rê ve dibe, di encamê de hejmarek hilmetên leşkerî hatin encamdan û hejmarek kes ji xelkê deverê hatine girtin.

Back to top button