Polîtîk
Serokê Giştî yê HUDA PARê dê cara yekem serdana Şaredariya Diyarbekir bike.

Serokê Parlementoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş dê roja Înê 17ê Cotmehê li Dîyarbekirê bi endamên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê re rêzek hevdîtinan bike.
Kurtulmuş û şanda pêre dê serdana şaradariya Diyarbekirê û hinek dezgehên sivîl bike. Hat ragihandin ku Serokê HÛDAPARê Zekeriya Yapıcıoğlu, ku endamê komîsyonê ye jî dê di serdana Kurtulmuş de amade be. Ev dê cara yekem be ku Serokê HÛDAPARê bi fermî serdana şaredariyek bi serokatiya Partiya DEMê de dike.


