Civak

Îdiayên ku dibêjin: Ocalan rê li berdana Demirtaş girtiye..!

Li ser îdiayên ku dibêjin rêberê PKKê Abdullah Öcalan rê li ber berdana Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş girtiye, bersivek hat dayîn. Endama Şanda Îmraliyê ya Partiya DEMê Pervîn Buldan diyar kir ku Öcalan di civînê de li dijî girtina Demîrtaş û Fîgen Yûksekdağ derketiye.

Der barê îdiayên dawî yên ku dibêjin “Abdullah Öcalan rê li ber berdana Selahattîn Demîrtaş girtiye” de, endama Şanda Îmraliyê ya Partiya DEMê Pervîn Buldan daxuyaniyek da.

Bûldan di civîna dawî ya li Îmraliyê ya di 3ê Cotmehê de axivî û diyar kir ku ev îdia ne rast in. “Ne îro û ne jî di demên berê de, wekî ku tê îdiakirin, tu gotinên neyînî li ser Birêz Selahattîn Demîrtaş nehatine gotin. Berevajî vê, Birêz Öcalan du civînên berê diyar kir ku nayê qebûlkirin ku Demîrtaş û Fîgen Yûksekdağ di girtîgehê de bimînin.”

Bûldan her wiha diyar kir ku Öcalan silavên taybet ji Demîrtaş û Yûksekdağ re şandiye û gotiye, “Piştî civînê, me gazî parêzeran kir û ev silav gihandin. Ev mijar qet ne di rojeva me û ne jî ya Birêz Öcalan de bûn.”


Pervîn Buldan îdia kir ku hewl tê dayîn ku di navbera Öcalan û Demirtaş de rageşî çêbibe û got:

“Retorîka wiha bi tevahî berhema kesên ku dixwazin aloziyê derxînin û Birêz Öcalan û Demirtaş li dijî hev bikin e. Divê kes baweriya xwe bi manîpulasyonên wiha neyne.”

Buldan tekez kir ku Öcalan carinan rewşa qanûnî ya siyasetmedarên girtî tîne ziman lê qet “li gorî muxalefetê” nirxandinek nekiriye.

Back to top button