HSD entegreyê Artêşa Sûrîye dibe

Mezlûm Ebdî, fermandarê HSD, roja Şemiyê got ku wî bi hikûmeta Sûriyê re li ser çawaniya entegrekirina hêzên xwe bi artêşê re, piştî rêze hevdîtinên “erênî” yên bi navbeynkariya Amerîkayê li Şamê, “lihevkirinek devkî” çêkiriye.
Di hevpeyvînek televîzyonî de bi Ronahi TV re, Ebdî got ku ew bi general, wezîrê parastinê û rêveberê îstîxbarata giştî ya hikûmeta veguhêz a Sûriyê re civiya da ku nexşerêyek ji bo pêşeroja bakurê rojhilatê Sûriyê amade bike û pirsgirêkên mayî çareser bike.
“Me bi Şamê re lihevkirinek devkî çêkiriye ka çawa HSD dê bi artêşê re were yek kirin. Hikûmeta Sûriyê dixwaze ji pisporiya HSDê sûd werbigire,”
Wî got ku “komîteyek leşkerî” bi nûnerên hêzên ewlehiya navxweyî re dê di rojên pêş de serdana Şamê bike da ku hûrguliyan nîqaş bike. Li gorî lihevkirinê, hêzên ewlehiyê dê bibin beşek ji Wezareta Karên Hundir a Sûriyê.


