Kalin:Pêşketina ku me di rêya Tirkiyeyek Bê Teror de çêkiriye bi rastî dîrokî ye.

Akademiya Îstîxbarata Neteweyî ya Tirkiye, “Kongreya Lêkolînên Îstîxbarata Navneteweyî” pêkanî û di kongreyê de serokê MITê Ibrahim Kalin axvtinek kir. Ev yekem kongreya Îstixbaratê (MIT) bû.
Di axaftina xwe de, Kalın got:
“Armanca me ew e ku em gavên ber bi entegrasyona stratejîk ve bavêjin.”
“Bi Tirkiyeyek Bê Teror, em ne tenê armanc dikin ku terorîzma PKKê ya 40 salî ku Tirkiye pê re rû bi rû maye biqedînin, lê di heman demê de tevahiya herêmê ji hemî rêxistinên terorîst û hêzên wekîl paqij bikin, û pergalek bawerî û aramiyê li ser bingeha dînamîkên herêmê ava bikin. Pêşketina ku me di rêya Tirkiyeyek Bê Teror de çêkiriye bi rastî dîrokî ye. Bi gavên ku ji niha û pê ve werin avêtin, em armanc dikin ku welat û herêma xwe ji hemî gefên terorîst paqij bikin û gavên ber bi hembêzkirin, aştî, yekbûna stratejîk û entegrasyonê bi Tirk, Kurd, Ereb û hêmanên din ên herêmê re bavêjin.”
“Ji nû ve avakirina Sûriyeyê berpirsiyariyeke hevpar e”
Îbrahîm Kalın di axaftina xwe de behsa serdema nû ya Sûriyeyê jî kir û diyar kir ku welat bi dawîbûna rejîma Esed re di qonaxeke krîtîk re derbas dibe.
Wî got, “Ji nû ve avakirina Sûriyeyê piştî vê serdemê, ku rejîma Baasê ya nêzîkî 60 salî hilweşand û şerê navxweyî yê 14 salan bi dawî kir, ne karekî hêsan e. Rêveberiya nû dewleteke hilweşiyayî, civakeke parçebûyî û aboriyeke îflasbûyî mîras girtiye. Ji ber vê yekê, Sûriye hewceyê alîkarî û piştgiriya her kesî ye.”


