Nivîsar

KCK “pêvajoyê” sabote dike…!

Daxûyaniyek li se navê KCKê di medya PKKê de hate ragihandin. Di vê daxûyaniyê de KCK gotara Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî qaşo rexne dike. KCK di daxûyaniya xwe de dibêje:

“ “Ji bo bersiva li Banga Aştî û Civaka Demokratîk a dîrokî ya Rêber Apo ku 27’ê Sibatê da, PKK’ê kongreya 12’emîn civand, biryar da û ev yek ji raya giştî ya cîhanê re ragihand. PKK’ê bi Kongreya 12’emîn re biryara xwe eşkere kir ku xwe fesix kiriye, her wiha li ser banga Rêber Apo stratejiya têkoşîna çekdarî terikandiye. Sekna xwe ya bi biryar a li pêşberî pêvajoyê jî bi şewitandina çekan nîşan da ku bi pêşengiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê hevrê Besê Hozat komek ji 30 kesî 11’ê Tîrmeha 2025’an çekên xwe şewitand.“

Raste lê gelo eger PKK xwe fesih kiribe KCK çîye? Pêwîste bersiveka vê hebe. Besê Hozat endamê rêveberiya PKKê ye û KCKê ye. Eve dehê salana PKK bi heman tektîkê xelkê dixapîne.

Nêçîrvan Barzanî ji bo serketina pêvajoya destpêkirî, gelekî hewlên hêja dide û heta destpêkirina vê projeye de rolê Nêçîrvan Barzanî serekeye. Lê hun evên ku van daxûyaniya dertêxin û li gora aqilê xwe yê sivik rexna dikin, hun di vê pêvajoyê de ne dirûstin. Ji ber ku ev pêvajo serbikeve hunê li ber linga herin û pariyê ranta ku hun li sernavl Kurda dixwin dawî dibe.

Roja ku PKK biryara fesihkirinê da gerek aliyên ku PKKê ve girêdayê wek rêxistin neminin. Ocalan bi xwe gazinda ji we dike. Ocalan vekirî di hevdîtineka xwe de ji komiteya Îmralî ya DEMê re dibêje: “Qendil hişê xwe windakiriye û bi temamî di bin bandora Îranê de tevdigere.“ Eger hindek ehlaq û kesayetek siyasî were hebe, kerem bikin bersiva Ocalan bidin.

Beşek din yê daxûyaniyê de qaşo KCK dibêje: “Şaşitî û kêmasiyeke mezin e ku Nêçirvan Barzanî bi wezîfeyeke welê radibe ku weke ‘nakokî’ di navbera Rêber Apo û tevgera me de heye’ nîşan dide û hewl dide têgihiştineke welê biafirîne ku weke ‘PKK li Rêber Apo guhdarî nake’ bide nîşandan.

Hun bi xwe jî baş dizanin ku, nakokiyek mezin di navbera Qendil û rêberê we de heye. Hun nikarin vê veşêrin. Pêwendiyên herêma Kurdistanê li gel dewleta Tirkiye ji bo çi we ewqas ji bere pêde aciz dike.? We xwe bê şert û merc radest kiriye, hun bi çi ehlaqekî dikarin ji bo vê yeke Serokê Herêma Kurdistanê rexne bikin? Ew mejîyê ku hun bi dehê salan tevdigerin û li her devera hun lê, sixûrtiya dewletên dagirker dikin, hêdî dawî dibe. Nakokiya di nav we û rêberê we de ji aliye ocalanve dehê caran hatiye gotin.

Ji bo we ya baş ewe ku, hun rabin rûnin spasiya Nêçîrvan Barzanî bikin. Ewe ku, aşitiyê pêktîne û hewldide ku pêvajoya destpêkirî serbikeve. Ji ber ku ew li gora berjewendiyên Kurdistanê tevdigere û hun li gora berjewendiyên dakirgeran tevdigerin. Dê roj werê ku, hêdî yan hunê rastiya heyî bibinin û sere xwe jê re bitewînin, yan jî hunê di nava rastiya rûpelên dîrokê de winda bibin.

Hun ne ew wêrekin vekirî inkara daxwaziya rêberê xwe bikin, di rastiyê de jî heta çi radeyê hun Ocalan wek rêberê xwe dibinin ew jî cihê şikekî mezin e. Lê we li ser wê yeke siyaseta xwe avakiriye.

DEM Partî ku ew hevdîtina li gel Ocalan dikin, gelek baş rolê serokê Herêma Kurdistanê di vê pêvajoyê de dizanin û hinek minasebetan de gelek vekirî wesfê vê rola Barzanî dikin. Lê dixweyê paşmayên PKKê yan jî evên pato xwer ji bo bikaribin babetekî bibinin rexneyên ji xwe mestir  dikin. Ev helwesta KCK bi xwe sabotekirina vê pêvajoyê ye.

11.10.2025

Nêrîn/Şirove

Back to top button