
Pêvajoya ”Tirkiyeya bê Teror”berdewam dike, di vê pêvajoyê de Dezgeha Lêkolinê BUPAR di rapirsînekî de xwest ku helwesta hilbijêrên DEMê bizane. BUPARê di meha Îlona 2025êrapirsînek pêkanî.
Li 26 parêzgeha 2û 512 kesî re rûbi rû havdîtin hate kirin.Piraniya hilbijêrên DEMê, dan xûyakirin ku, Ocalan jî bixwaze, ew dengê xwe nadin desthilatê (Tifaqa Cumhur.)
Ji beşdaran hat pirsîn, “Heke Partiya DEM biryar bide ku li gorî banga Öcalan piştgiriyê bide Tifaqa Gel, helwesta we dê çi be?”
Encam balkêş in:
Ez piştgirî nadim: %70.2
Ez piştgirî didim: %11.6
Min biryar nedaye: %9.8
Ez deng nadim: %7.4
Ev hejmar di nav bingeha DEM de bêbaweriyeke xurt a li hember AK Partiyê nîşan dide.


