Cîhan
Li Sûrîye hilbijartinên Parlementoyê destpêkir..!
Li Sûrîye yekem hilbijartinên Parlementoyê yên piştî hilweşandina rejîma Beşar Esed li dartêxe. Lêbelê, hat ragihandin ku ji ber sedemên ewlehiyê li Reqa, Hesekê û Siwêdayê sindoqên dengdanê nayên danîn.
Hilbijartin bê parêzgehên Hesekê, Reqa û Siwêdayê ji bilî deverên Serê Kaniyê, Girê Spî û Me’danê têne li dar xistin.
Proseya dengdanê ji aliyê endamên desteyên hilbijêr ji bo hilbijartina endamên Meclisa gel îro demjimêr 9ê sibehê dest pê kir.
Hejmara giştî ya kursiyên Meclisê 210 Kursî ne, 140 kursî bi rêya sîstema hilbijartinan a demkî têne hilbijartin û 70 kursiyên din ji aliyê Ehmed Şara serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz ve têne destnîşankirin.


