Rewşa Beşikçî
Serokpizîşkê Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê daxuyanîyek li ser rewşa tenduristiya Ismail Beşikçi parve kir û tê de eşkere kir ku rewşa wî niha baş e.
Serokpizîşkê Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Mehmet Ata Akıl îro (Çarşem, 1ê Cotmeha 2025ê) daxuyanîyeke nivîskî li ser rewşa tenduristiya Imail Beşikçi parve kir û tê de wiha got:
“Tenduristiya Sosyolog û Nivîskar Îsmaîl Beşîkçî
Nexweşê me piştî dermankirina di beşa lênêrîna giran de li beşê nexweşxaneyê hatiye razandin. Ew hişyar e, stabîl e, û tenduristiya wî ya giştî roj bi roj baştir dibe.
Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê dermankirina Birêz Îsmaîl Beşîkçî bi baldarî dişopîne.
Bi rêzdarî ji raya giştî re tê ragihandin.”
Dr. Ismail Beşikçi li roja Şemiyê (27ê Îlona 2025ê) bi şev tûşî nexweşiyekê bû û ji bo Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ya bajarê Dîyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê hat veguhastin.
K24


