Li şûna federalîzmê, em dikarin nenavendîtiyê bi cih bînin
Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şara bi nûnerên medyaya Ereban re civiya û hinek peyamên girîng dan..
Şara got: “Çareserî li gel Kurdan û xelkê Siwêdayê tenê di çarçoveya yekparçeyiya welat de pêktê. Ji bilî cudabûnê hemû çareserî li gel Kurdan û Siwêdayê tên nîqaşkirin. Li ser mexdûriyetên Kurdan ên di serdemên borî de lihevkirinek heye. Êdî mafên wan di nava yek welatî de misoger in. Hêzên çekdar dikarin tevlî artêşa Sûriyeyê bibin.”
Şara daxûyakirin ku federalîzm ji aliyê gelê Sûriyeyê ve dikare wekî “rêya ber bi parçebûnê” were dîtin û wekî alternatîf wiha got: “Li şûna federalîzmê, em dikarin nenavendîtiyê bi cih bînin ku di destûrê de cih digire û taybetmendiyên pêkhateyên civakî diparêze. Divê her kes bizanibe ku xeyala cudabûnê ji aliyê gelê Sûriyeyê ve tê redkirin, dibe sedema rijandina gelek xwînê û ti encameke erênî nade.”
Şara diyar kir ku ew ne endamê cemaeta Birayên Misilman e û got ku “kesê ku zerera herî mezin ji DAIŞê dîtiye” ew bi xwe ye.
Ehmed Şer anî ziman ku hemû “îdeolojiyên neteweperest û îslamî” yên li herêmê têk çûne.


