Civak

Kurdên li bajarokê Selma li Çiyayê Kurdan: “Em Kurd in û şanaz in”

Welat TV, li ser rewşa Kurdên li devera bajarê Latiqiyê li qiraxa behra Spî nûçeyek weşand.

Bajarokê Selma li navçeya Hifê li parêzgeha Laziqiyê li Berava Sûriyê, weke hemû gund û bajarên devera Çiyayê Kurdan rastî wêraniyeke gelekî mezin li dema Soreşa Sûriyê hatiye.

Piraniya şêniyên Selma Kurd in, lê ew bi giştî bi Kurdî nizanin biaxivin; ev yek jî ji encama siyasetên nijadperestî rû daye, lê şêniyên Selma bi Kurdbûna xwe serbilind in.

*”Em Kurd in”

Iktîmal Hac Ibrahîm yek ji nişteciya Selma ye ji Welat TV re dibêje: Em ji Çiyayê Kurdan in, em bi koka xwe Kurd in, piştî hilweşîna Rêjîmê em vegeriyan Çiyayê Kurdan. Rewşa xizmetguzariyan bi taybetî av û elektrîk gelekî xerab e, gelek pêdivî li vir nayên peydakirin. Rewşa malê gelekê xerab bû, karker 10 rojan man ta paşmayî ji erdê rakirin, û pişt re em salekê bi nûjenkirina xaniyê xwe ve man.

*”Em ji Qamişlo ne”

Ebdulrehman Hesîno nişteciyê din ê Selma ye dide zanîn: Devera Selma ya Çiyayê Kurdan e, navê vê deverê Çiyayê Kurdan e ji ber ku piraniya malbatên wê Kurd in, ew malbat ji heyama serkirde Selahedînê Eyûbî ve hatine vir, lê bapirê min ji min re got ku koka malbata me ji bajarê Qamişlo ye.

*”Hikûmet tenê sozan dide”

Mahir Hesîno behsa rewşa deverê û wêraniya ku ew rastî wê hatiye dike û dibêje ku hikûmet tenê sozan dide wan û ta niha tiştek bi cih neaniye, xizmetguzarî bi giştî nîn in, dewlet hat û bermahî rakirin, lê me ne av û ne elektrîk heye, em banga xwe digihîn aliyên pêwendîdar ku ji me re elektrîkê dabîn bikin, ew sozan didin, lê ta niha me tiştek nedîtiye, ev 2 meh in em bê elektrîk in.

*”Tenê 300 malbat vegeriyane”

Ji aliyê xwe ve Birêveberê navçeya Hifê Yamin El-Şexrî li ser xizmetkuzariyên pêwîst axivî û got, ew rastî gelek astengiyan tên, û kesên ku ta niha hatine bajarokê Selma, 300 malbat in, hin xizmetguzarî ji bo hêsankirina vegera xelkê deverê tên pêşkêşkirin.

*Li benda vegerê ne

Şêniyên Selma tevî hemû êş û azarên ku rastî wan hatine, li benda çarenivîsekê ne da ku bikaribin bi rengekî ewle vegerin û Çiyayê Kurdan ji nû ve şên û ava bikin.

Back to top button