Civak

Piştîyariya Amedspor-Erzurumsporê, şer çêbû…!

Di hefteya duyemîn a Lîga Yekem a TFF de, Amedspor mazûvaniya Erzurumspor kir û li mala xwe 2-2 wek hev ma. Mustafa Fettahoğlu di xuleka 8an de gola yekem a Erzurumsporê avêt. Amedspor di xuleka 10an de bi gola Dia Saba wekhevî kir, û nîva yekem 1-1 bi dawî bû. Amedspor di nîva duyemîn de bi gola Fernando pêş ket. Lêbelê, Erzurumspor di xuleka 87an de bi penaltiya golek avêt û encam wekhevkir. Yarî bi wekhevî dawî hat.

Piştî yariyê, lîstikvan û rahênerên herdu tîman pev çûn. Şerê ku li qadê dest pê kir, belavî tribunan bû.

Li Dîyarbekirê, alîgiran gelek tiştên biyanî avêtin nav qadê. Polîsan bi tundî hewldan da ku komên lîstikvanan bi zorê bêxin hundir. Di dema bûyerê de hin alîgir ketin nav qadê. Lîstikvan û hakem ji hêla polîsan ve ber bi cihên cilgûherrandinê ve hatin birin.

Back to top button