Kemalist di nava DEMê de ya xwe dibêjin..!
Hevserokê DEMê, Tuncer Bakırhan, di 62emîn Rewrisma Bîranîna Haci Bektaş Velî de axavtinek kir. Bakırhan li ser daxwazên civaka Elewî û pêşketinên heyî axavtinek dirêj kir.
Her sal li navçeya bajarê Nevşehîrê Hacıbektaş rewrisma bîranîna Heci Bektaş Velî tê li darxistin. Îsal DEM partî bi serokatiya hevserokê xwe Tuncel Bakirhan tevlî vê rewrismê bû. Beşek axavtina xwe de behsa pêvajoyê û pirsgirêka Alewiya kir.
Bakirhan got:
”Em wê pêvajoya Ji Kurdan re mase bê danîn, Ji Kurdan re demokrasî bê daxwazkirin û alewî neyên dîtin tu carî qebûl nakin. Eger maseyek hatibê danîn divê lingek yê vî maseyî Alevî û kedkarbin. Eger mafek li ser vî maseyî bê destve anîn, divê wek Kurda mafê alewî û kedkara jî bê destve anîn. Hun baş dizanin ku, em vê pêvajoyê tenê ji bo Kurda qebûl nakin, tekoşîna me ya 40 salî ji bo demokrasiyê ye hun vê yekê baş pê dizanin. Diyarbekir azad be, divê Nevşehir jî azad be û divê Hacibaktaş jî azad be. Dê Merdîn û Siwas jî wekhevbe.”
Eger mirov vê axavtina Bakirhan baş şirove bike, armanca DEM û PKKê baş tê fam kirin. Li Tirkiye û Kurdistana bakur, piraniya caran dema behsa pirsgirêka Kurdan tê kirin, pirsgirêka Alewiya û hinek kêm neteweyên din jî tevlî dikin. Ev dîtin ya wan kesaye ku, hewldidin pirsa Kurd ji pirsek netewî dûrbêxin û tenê wek pirsek civakî bidin nişandan. PKK û Ocalan endezyarê vê dîtinê ne. Îro serokê DEMê Bakirhan jî heman tiştê dibêje.
Kurd miletekin li bakurê welatê xwe dijîn, di nava neteweya kurd de gelek bîr û baweriyên olî yên cuda hene. Piraniya Kurda misilmanin, lê Mesihiyê Kurd jî hene, êzidîyên Kurd jî hene û Alewiyên Kurd jî hene. Heta hinek baweriyên din ên olî jî hene.
Li Tirkiye di nava Alewiyan de Tirk jî hene. Gerek Bakirhan û siyaseta nûnertiya wê dike, baş bizanin ku, pirsa Kurd pirsek netewîye û pirsa miletekiye. Hewldanên Bakirhan tenê xizmeta zihniyeta dagirker dike. Bakirhan li vê derê rûyê xwe yê Kemalist baş eşkere dike. Gerek ev axavtina Bakirhan ji aliyê hemû hêzên Kurdistanî ve bê şermezarkirin.
Her aliyek vê bêvajoyê li gora xwe dinirxîne. Piranîya partiyên Tirkiye DEM jî di nav de vê pevajoyê wek ”Pêvajoya Tirkiye ya bê teror” bi nav dikin. Ev pêvajo pirsa Kurd çareser nake. Lê hinek tiştên wek devjêberdana çekan ji aliyê çekdarên PKKê ve û fesih kirina PKKê di rêya tekoşînek bi metodên demokratik û rêya diyalogê vedike. Yanî astenga di rêya daxwazên netewî yên Kurda û destxistana mafê rewa yê Kurda heta radeyekî ji holê radibe. Ev yek ji bo Tevgera Azadixwaz a Kurd destkeftiyek e.
Îro em hemî baş dibînin ku, PKK û siyaseta rêvebirî astenga herî mezin di rêya destkeftiyên netewî de avakiriye. Heta li hinek beşên Kurdistanê bûye tehdîta herî mezin li ser destkeftiyên Kurdistanî.
Veca dema ev axavtina Bakirhan neyê dîtin û behsê neyê kirin ev dibe qelsiyek mezin ji bo xeta netewî Kurdistanî.
Rastiyek heye ku, Kemalist di nava DEMê de serdestin ,lê gelo Kurdên niştimanperwer di nava DEMê de çi dikin?
18.8.2025
Nêrîn/Şirove
N.Firat


