Polîtîk

 Divê em bi hev re kar ji bo bihêzkirina Herêmê bikin

Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi boneya 79.ehemîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat ya kurdistanê (PDK) , peyamek pîrozbahiyê arasteya serok Barzanî , cîgirên wî , serkirdayetî , endam û cemawerê PDKê dike.

Peyama Bafil Talabanî:

Rêzdar Kak Mesûd Barzanî, Serokê Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK)…

Bi boneya 79.ehemîn  salvegera damezrandina Partiya Demokrat ya kurdistanê (PDK), ez pîrozbahiyek e germ li we, cîgirên serokê PDKê,serkirdayetî, endam û cemawerê Partiya Demokrat ya kurdistanê (PDK) dikim û hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.

Em tekez li ser hemahengî û yekrêziya di navbera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û tevaya hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê dikin, ji bo karkirina pêkveyî û cî bi cî kirina erkên niştimanî û çarenivîsaz û bi hêzkirina qewareya me û baştirkirina jiyana xelkê me yên xweşewîst.

Bafil Celal Talebanî

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)

PUIKMEDIA

Back to top button