Polîtîk

PDK-S: Damezrandina PDKê westgeheke dîrokî ya bi rûmet e

Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê, peyameke pîrobahiyê bi bûneya damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê PDKê belav kir.

Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya îro 16ê Tebaxê, peyama xwe ji serok Mesûd Barzanî û serkirdeyên Partiya Demokrata Kurdistan PDKê re şand.

PDK-Sê di peyama xwe de got: Bi bûneya salvegra 79an a damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê, partiya şehîdan di serî de Barzaniyê nemir û şehîd Idrîs Barzanî, em germtirîn pîrozbahî pêşkêş we dikin, û em rêz û pêzanîna xwe ji xebata û serkirdayetiya we re derdibirînin û nîşan didin.

Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya got: Ev bûneya buha, ku di heman demê de roja jidayîkbûna serok Barzanî ye, di pêvajoya xebata gelê me û Partiya Demokrata Kurdistanê de weke westgeheke dîrokî ya bi rûmet e, ku gelek qurbanî ji bo berevanîkirin di ber mafên gelê Kurdistanê û bicîkirina hêviyên wan de pêşkêş kirin.

Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya got, em germtirîn pîrozbahî ji serkirdaetiya Partî, endam, cewamer pêşmerge û malbatên şehîdan re dişînin, ku ji me re cihê şanaziyê ne. Em tekeziyê li ser rola mezin a Partiya Demokrata Kurdistan di bihêzkirina pêvajoya demokratiyê li Iraqa fedral û piştevaniya doza Kurdî de dikin, ew rol, sozdarî û pabendbûna Partî bi pransîpên azadî û dadperweriyê nîşan dide.

Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya di dawiya peyama xwe de, hêviya serkeftinê ji xebat û hewlên berdewam ên ji bo xizmetkirina gelê Kurdistanê xwest.

Back to top button