Divê em bi hev re kar ji bo bihêzkirina Herêmê bikin

Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi boneya 79.ehemîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat ya kurdistanê (PDK) , peyamek pîrozbahiyê arasteya serok Barzanî , cîgirên wî , serkirdayetî , endam û cemawerê PDKê dike.
Peyama Bafil Talabanî:
Rêzdar Kak Mesûd Barzanî, Serokê Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK)…
Bi boneya 79.ehemîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat ya kurdistanê (PDK), ez pîrozbahiyek e germ li we, cîgirên serokê PDKê,serkirdayetî, endam û cemawerê Partiya Demokrat ya kurdistanê (PDK) dikim û hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.
Em tekez li ser hemahengî û yekrêziya di navbera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û tevaya hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê dikin, ji bo karkirina pêkveyî û cî bi cî kirina erkên niştimanî û çarenivîsaz û bi hêzkirina qewareya me û baştirkirina jiyana xelkê me yên xweşewîst.
Bafil Celal Talebanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)
PUIKMEDIA

