Şera: Hin alî hene ku dixwazin welat parçe bikin
Di civîneke ligel hejmarek wezîr, akademîsyen, siyasetmedar û kesayetiyên navdar ên parêzgeha Idlibê de, Ehmed Şera rexneyên tund li wan aliyan girt ku bîr li dabeşkirina Sûriyeyê dikin û got: “Her kesê ku li Sûriyeyê daxwaza dabeşbûnê bike, ji aliyê siyasî ve nezan û xeyalperest e. Gelek caran bîr û baweriyên xeyalî, alîgirên xwe ber bi xwekuştinê ve dibin.”
Şera berdewamiya axavtina xwe de got: “Ez li Sûriyeyê metirsiya dabeşbûnê nabînim.” Şera amaje bi wê jî kir, hin alî hene ku dixwazin welat parçe bikin û kantonên navxweyî ava bikin, lê li gorî wî “ev yek ji aliyê mantiqî, siyasî, neteweyî û çandî ve ne pêkan e.”
Di beşeke din a axaftina xwe de, Şera hişyarî da li ser “pêşbaziya neyînî, postên siyasî û lêgerîna li rolan” û tekez kir ku ev diyarde, bi taybetî di qonaxa hestiyar a avakirina dewletê de, bandoreke neyînî li ser pêkhateya civakê dikin.
Derbarê piştevaniya hin aliyên navxweyî bi hêzên herêmî yên wekî Îsraîlê re, Şera destnîşan kir, ev karekî “gelekî dijwar e” û nêrîna xwe wiha diyar kir: “Herêma başûr xwedî nifûseke gelek mezin e û her dijminek bixwaze bikeve hundir, divê polîsekê li ber deriyê her malekê deyne, ku ev yek di rastiyê de ne pêkan e.”
Têkildarî bûyerên dawî yên li parêzgeha Siweydayê, Ehmed Şera tekez kir ku dewlet pabend e ku lêpirsînê bi hemû kesên ku li wê parêzgehê binpêkarî kirine re bike.


