Trump ji Zelensky xwest ku ‘devera Donbasê ji Rûsyayê re bihêle’
Serokê Amerîkayê Donald Trump, piştî civîna dîrokî ya li Alaskayê bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re bi telefonê li gel Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky bi telefonê axivî. Tê îdia kirin ku, Trump li himber “terka hemû devera Donbasê ji Rûsyayê re”, dê şer xilas bike.
Medyaya Amerîkayê hûrgiliyên pêwendiya telefonî ya Serok Donald Trump bi Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy re piştî civîna wî ya bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re li Alaskayê ragihand.
Li gora nûçeyên medya Amerîkî du berpirsên Amerîkî yên ku navê wan nehatiye eşkerekirin bi Washington Post re axivîne. Wan diyar kiriye ku Trump şerta agirbestê ya ku berê ji bo peymana aştiyê pêşkêş kiribû, terikandiye û li şûna wê peymaneke aştiyê ya rasterast hilbijartiye. Heman çavkanî îdîa dike ku Trump di peywendiyeke telefonî de bi Zelenskyy re daxwaz kiriye ku ew “hemû Donbasê bide Rûsyayê”, ji bilî deverên ku niha di bin kontrola Rûsyayê de ne, û soz daye ku, di berdêla wê de şer biqedîne.
Piştî hevdîtina xwe ya bi Putin re li Alaskayê di 15ê Tebaxê de, Serokê Amerîkayê Trump bi Zelensky û rêberên Ewropî re bi telefonê axivî. Zelensky li ser hesabê xwe yê Telegramê li ser van hevdîtinan şîrove kir. Zelensky diyar kir ku her serokê ku ew pê re hevdîtin kiriye helwestek zelal li ser bidawîkirina şer hebû û got, “Divê aştiyek mayînde û rastîn were bidestxistin.”
Zelenskyy tekezî li ser pêwîstiya misogerkirina ewlehiya demdirêj a Ukraynayê bi piştgiriya Dewletên Yekbûyî û Ewropayê kir û got, “Divê hemû mijarên girîng ji bo Ukraynayê bi beşdariya Ukraynayê werin nîqaşkirin. Ti pirsgirêk, tevî pirsgirêkên herêmî, bêyî Ukraynayê nayê çareserkirin.”
Di heman demê de, li gorî rojnameya Brîtanî Financial Times, Putin di hevdîtina wan a li Alaskayê de ji Trump xwest ku herêma Donetskê ya Ukraynayê radestî Rûsyayê bike. Di berdêla vê de, serokê Rûsyayê pêşniyar kir ku xetên pêşîn ên li herêmên Xerson û Zaporizhia li başûrê Ukraynayê werin rakirin.


