Deklerasyoneke hevbeş pêwîst e!!!

Em ê çawa demokrasiyî bînin dewletên ku ev sed sal in, sererd û binerdên me talan kirine û dixwin.

Bûbê Eser
Piştî çekdanîna pkk ya li ser daxwaza Bahçelî, êdî wê li ser daxwazên wî adetên kurdan, hêjayên kurdan, rûmet û qîmeta kurdan û ya rastî wê kurdan tune bike.
Loma li ser her, partî, rêxistin, nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedarên kurdan ferze ku divê vê rewşe bi hevre, li ser li hevkirineke maqûl bi deklarosyeneke hevbeş protesto bikin. Divê diyar bikin ku muxatabê gelê kurd ne pkk, ew bi xwene.
Heger ev bêdengî weha bidome, ev dawîanîna kurdan e.
Di dîroka gelê me de, kurd tu caran weha kêm û bê sexsiyet nebû ye. Yê vê li ser kurdan ferz jî dike pkk bi xwe ye. Yên bê dengin jî piraniya partî û siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr û ronakbîrên kurd in.
Anîna demokrasiyê ji bona dagirkeran, ne karê me kurdan e. Em hê miletekî bê dewlet in. Loma jî em hê nikarin xwe azad bikin. Em ê çawa demokrasiyî bînin dewletên ku ev sed sal in, sererd û binerdên me talan kirine û dixwin.
Bi bûyer û kiryarên xerab, me tune dikin. Li ser destê partiya ku dagirkeran damezirandiyê, planên li ser navê aşitiyê dê me tune bikin.
Zûtirîn demê partiyên me yên bakurê Kurdistanê ku ji xwe re dibêjin em Kurdistanîne, bi hevre helwest negirin, li dij vê projeya pkk ya dixwazî kurdan tune bike, dekleraksiyonekê belav nekin û vê neghêjînin yekitiya dewletan û ji raya giştî ya kurdan re nebêjin, Kurdistan têk dihare.
Gunehkar û ser sedema vê jî dê ew partiyên ku li hember vê bêdengin, bin. Hin ji serok û cihgirên serokên partiyên Kurdistanî, dibêjin ku em jî weke aliyê kurd dikarin komusyonekê ava bikin. Lê nayê avakirin, sedem çiye nabêjin? Hin ji rêvebirên partiyên Kurdistanî tim dikin gazî û hawar dibêjin: ”Pêwîste eniyeke neteweyî bê damezrandin”. Lê nayê damezrandin. Gelo sûcdar kîne???
Ez ji gotin û nivîsên wan rêvebiran şaş dimînim ku yên dikarin, enî, platform û yekitiya pêk bênin ew bi xwe ne. Bi serde jî herroj vê tînin zimên. Lê dîsa ev pêk nayê. Sûcdar kîne û kî naxwazin em wê jî nizanin. Lê em dizanin yek topê davêje hêla ê din.Yên naxwazin tiştekî weha pêk bê kîne? Ew jî ji gel re nayê eşkerekirin.
Kurdno, serok û rêvebirno, hûn, em û gel roj bi roj têk diharin. Ev têkçûyin, malwêranî û tunebûna kurdan e. Ma ne bese êdî!!! Heşên xwe bidin serê xwe. Miletek li serdestê Kemalîstên Kurdan têk dihare. Hûn hê gazinan dikin û gotina yekitî an bi hevre karkirinê di devê xwe de weke benîşt diçûn.
Projeya dewletê û pkk ya niha ji paymana Lozanê xerabtir e. Wê dewlet û pkk dê afat û tofanên mezin bînin serê kurdan. Mixabin hê jî partiyên Kurdistanî ji bangan pêve tu gavan navêjin.
Heta ku partî û rêxistinên Kurdistanî nexwazin dê yekitî, hevkarî an platformeke Kurdistanî pêk neyê. Yên vê naxwazin kîne ji me re eşkere bikin.
Heta ku zelalî, şefafî û eşkereyî karê tê kirin ji raya giştî re neyê gotin û nivîsîn, em ê weke miletê kurd tu yekitî û bi hevre karkirina partiyên Kurdistanî nebînin.
Îro dewlet û pkk li paş deriyan çi dikin, çi plan û projeyên nû ku kurdan tune bike, digerînin em pê nizanin. Her weha em kar û xebatên ji bona gav avêtina yekitiyan, di nava partiyan de çi tê gotin, çi dolab têne gerandin, em wê jî nizanin.
Heta vana di tariyê de bimîne. Heta ku vana li paş deriyan bêne axaftin, em ê weke milet her wenda bikin. Sedema vê jî partiyên ji xwe re dibêjin em kurdistanî ne. Madem hûn Kurdistanîne û Kurdistan li ber çavên we têk dihare. Çima bêdeng in? Çima yekitiya xwe pêk naynin da ku dost û dijmin jî bizanibin, hûn in yên maf û doza Kurdistanê diparêzin.
Hêzên xwe di bin sîwaneke neteweyî de bikin yek da ku hûn jî weke muxalefeta kurd bêne nasîn. Divê hûn demildest deklarasyoneke hevbeş, li dij van kiryar û daxwazin pkk belav bikin ku hûn ne li gel in. Bêdengiya we qebûlkirina wê ye…
Heger hûn vê nekin, sûcdar hûn in. Hêzeke yekgirtî bixiliqînin da ku hûn bikaribin dozê li nivîskar, rewşenbîr û kesên westiyayî bikin. Heger hûn vê nakin, ji kerema xwe re bes behsa yekitiyan bikin.
Mirov pêlik bi pêlik bi dirêncekan re hildikişe. Yek bi yek heta ku mirov dighêje serî. Dudo û sisê ser pêlikanre gav avêtin, mirov xwe nagihêjîne armanca xwe. Mirov dikeve û êdî nikare rabe. Loma berê yên nêzîkî hev, werin ba hev, dûre jî yên din bînin nava xwe. Helbet daxwaza yekitiyê berfireh e. Ya herî baştir ew e ku gavek berbi çav bê avêin. Lê îro ev li rewşa bakurê kurdistanê û partiyên heyî nagunce. Qe nebe deklerasyonekê li hember van daxwazin pkk û dewletê derxin ku bê zanîn ku muxalefeteke kurdistanî jî heye.


