Nivîsar

Baregehek mezin ji bo Ocalan tê amadekirin..!

Pêvajoya ku Tirkiye bi navê “Tirkiyeya bê teror”lê kirî û aliyên din û taybetî hinek kurd hewldidin vê pêvajoyê weke pêvajoyek a “çareseriyê” bidin nîşandan berdewam dike.

Bila kesek xwe nexapîne û hewl nede ku, navên din yan jî nirxandinên ku xwe bi tenê tetmîn bikin li ser vê qonaxê bikin. Rastî wek kelemekî berçavê meye, yan emê vî kelemî bibînin xwe jê veguhezin yan jî ew kelem dê çavê me re herê û me kor bike.

Ji berî her tiştekî, devjêberdana çekan û fesihkirina PKKê erêniye. Ji ber ku astenga herî mezin di rêya destxistina mafên rewa yên Kurdan de PKK bi xwe ye. Rabûna siha çekan dê bibe sedemk ku, behtir xelk realisttir bifikirin. Xelk ji warekî metirsiyê derdikevin û bi mejiyek azadtir dikarin bifikirin. Piştî vê tesbîtê nirxandinên bêne kirin hemî jî ne wekhevbin jî dê bi nirxbin.

Pêvajo di temamî bi plankirina dewletê rêve diçe. Gelek berpirs û alîgirên PKKê daxûyaniya didin û hewldidin ku, vê pêvajoyê qalibek din de bidin nîşandan, lê valeye. Kesên di nav PKKê de li dijê pêvajoyê û helwesta Ocalan bin, dê roje ji roja cudabibin û xwe bi awayek din yan bi rêxistin bêxin yan jî dê li mala xwe rûnin.

Niha Ocalan li Îmraliye azad e. Tu tecrît li ser tuneye. Ji bo Ocalan ofisek gelek berfireh tê amadekirin û ew kesên ku Ocalan bixwaze girtî yan ne girtî dê di vê ofîsê de bixebitin. Yanî Îmralî ji bo Ocalan dê bibe baregehek berfireh û “pêvajo” li wê derê bê rêvebirin. Ocalan ne di bin çavderiya Dezgehê Îstixbaratê be gavekî navêje û daxûyaniyekî nade. Veca kî vê yekê çewe dinirxîne bi keyfa xwe ye. rastî ev e.

Pirsek din heye ku,li başûr, rojava û rojhilatê Kurdistanê, dê helwesta berpirs û çekdarên PKKê çewebe û pêşeroja wan çibe, her çikas hatibê plankirin jî ne gelekî zelal e.

20.7.2025

Nûçe/Şirove

Back to top button