“Tirkiyek bê teror”û“Pêvajoya aştiyê”

Pêvajoya aştî ya Ocalan û ”Tirkiyek bê teror” ya Devlet Baxçelî, ne pêvajoya çareseriyê ye. Ev lihevkirin an pêvayo pir tevlihev e.

Maruf YILMAZ, Dr. lêkolîner û zimanzan
“Tirkiyek bê teror” û “Pêvajoya aştiyê” li ser serî li erdê ye û divê rabe ser pêyan. Pir tevlihev e. Peymana lihevkirina Devlet Baxçelî/mêjiyê dewletê û Evdullah Ocalan yekalî ye. Bi gotineka din, pêvajo, projeyeka kûr a dewleta tirk bixwe ye, bi banga mêjiyê dewletê – serokê partiya MHP´ê Devlet Baxçelî û serokê PKK´ê Evdullah Ocalan destpêkir û bi wan hate plankirin, lê ne diyar e ku dê dewlet jibo gelê kurd çi gavan avêje!
Tenê mirovên azad û serbest dikarin peyman an mûzakere an lihevkirina siyasî û danûstandinên siyasî yên bêalî (neutral) bikin. Ocalan di destê dewletê de dîl (esîr) e. Girtiyekî siyasî û dîlgirtî nikare peymaneka di navbera kurd û tirkan îmze bike û bibe navbervanê gelê kurd. Ev ne normal e. Ev 40 sal in ku PKK li çiyayên Kurdistanê dijîn; gundekî ji axa Kurdistanê jî rizgar nekirîbe, çekên xwe dayne û xwe teslîmê dijminê xwe bike. Rêya herî rast ew bû ku PKK çekên xwe teslîmê serokê PDK Mesud Barzanî û serokê YNK Bafil Talabanî bikira.
Pirsa kurd bi kapasîteya hunera diyalogê dikare çareser bibe. Kapasîyateya rewşenbîriya kurd ku zêdetir mîrateya çandî ya mirovî çêdike çi ye? Ji bo piraniya akademisyenan, kapasîteya rewşenbîrî ew e ku her kurdek bi dîsîplîn bifikire, perspektîfên cûda bikarbîne, pirtûkên cûda bixwîne, fêr bibe û karê xwe baştir bike.
Bi dîtina min divê “Destûreka nû” bê nîqaşkirin, ku mafên kurdan bi rêya fermî naskirina zimanê Kurdî dikare were misogerkirin. Di vê destûra nû de zimanê kurdî û tirkî dikare bibe xwedî nirxeka wekhev ango herdu gel jî xwedî mafên wekhev bin. Destûra fermîkirina zimanê kurdî wekî tirkî pir girîng e. Destûr taybet in ji ber ku guhertina wan ji qanûnên asayî dijwartir in. Qanûna bingehîn dikare wisan be, ji bo parastina mafên kurdan, mînak:
- Qanûna bingehîn ya forma hikûmeya Tirkiyeyê ya duzimanî, fermîkirina zimanê kurdî; kurdî û tirkî bibin zimanên fermî.
- Qanûna bingehîn a serkeftina derbasbûyî ya parastina nirxên neteweyî/ nirxên gelê kurd bên parastin.
- Qanûna dibistanê; qanûnên dibistanên kurdî, qanûna zanîngehê…(Kurd li Bakurê Kurdistanê li ser axa xwe bi zimanê xwe perwerde bibin û li Tirkiyê jî kurdî bibe zimanê duhemîn yê perwerdeyê ji bilî vê jî kêmneteweyên Kurdistanê jî bi zimanê xwe perwerde bibin).
- Qanûna bingehîn a tevgera azadiya ramanî û nêrînan.
- Qanûna azadiya çapemeniyê ya mafê xwe îfadekirina azad di medyaya çapkirî de misoger dike.
- Qanûna bingehîn a azadiya ol, bawerî…
- Azadiya avakirina komeleyan an saziyan û mirov azad be ku beşdar bibe.
Zêdetirîn di dema CHP´ê de sed sal Tirkiye nasnameya gelê kurd, çand, ziman û her tiştê kurdan înkar kirîye, ji ber vê yekê divê dewleta tirk û aqilmendên wê gavên pêşîn bavêjin û mafên kurdan ên siyasî, çandî û zimanî nas bikin. Xaniyên kurdan, gund, xweza, çandinî, zevî, heywan û avahiyên Kurdan ji aliyê artêşa tirk ve hatine wêrankirin /şewitandin/ talankirin, bi armanca ku gelê kurd bêrûmet, bêkesayetî û bênasname bikin. Armanca gelê kurd, MHP û Kemalîstan nabe ku bibe wek hev bêyî fermîkirina zimanê kurdî li ser axa Kurdistan û Tirkiyeyê. Pêvajoya aştî ya Ocalan û ”Tirkiyek bê teror” ya Devlet Baxçelî, ne pêvajoya çareseriyê ye. Ev lihevkirin an pêvayo pir tevlihev e. Çareserkirina pirsa kurdan bi naskirina mafên kurdan di praktîkê de dibe. Heke Receb T. Erdogan, Devlet Baxçelî û mêjiyên dewletê û aliyên forma pluralîst ya partiyên siyasî ji dil bixwazin, dikarin qanûnên xwe biguhirînin û pirsa kurd çareser bikin, dê jibo Tirkiyeyê jî baştir bibe. Lê forma pluralîst ya partiyên siyasî yên kurdan jî dikarin rolên xwe bileyizin û qedera xwe biguhirînin. Tirkiye dikare qanûnên xwe biguhirîne û pirsa kurd çareser bike.
Gelek caran em li ser tiştê ku rast an derew e, niqaş dikin. Carinan em merq dikin ka em bi rastî an derew çi dibêjin. Ji ber vê yekê nêrînên me yên cûda hene. Agahî (informasyon) û zanîn ji hev cuda ne. Bi hawekî jibo cûdakirina agahi û zaninê ew e ku mirov bibîne kesek çiqas tiştek fêm kiriye. Hebûna zanînê tê wateya ku kurdek bi rastî tistek ji partiyan an Ocalan an Mesud Barzanî fêm kirîye.
Ez li vir çend pirsên cûda dipirsin:
Ma agahî û zanîn heman tiştî nîşan didin?
Ma ez û tu, em bi zanînê heman tiştî dibêjin?
Tu çawa dizanî ku tiştekî rast e?
Tu dikarî tiştekî nerast /çewtî bizani?
Tu bi rastî dikarî tiştek bi teqez bizanibî?
Cûdahiya di navbera agahî û zanînê de hene, çi ne? Cewhera vê tegehê tê vê wateyê ku her du netewe (kurd û tirk) jî wekî meşrû bên naskirin û mafê kurdan ê hebûnê hebe. Ez dîsa heman tiştî dibêjim, her du netewe jî xwedî mafê wekhev ê serxwebûna siyasî û serweriya xakê (erd, coxrafya) ne. Ya herî girîng ew e ku mafên kêmneteweyan li her du welatan bên pejirandin û parastin. Taybetmendiya aştiyeka wisan dikare şer, kuştin û tundûtûjî di navbera kesan an neteweyan û koman de tune be. Di praktîkê de aştiya herheyî tê vê wateyê ku şer, pevçûnên tundûtûjî û lîstikên desthilatdariya kolonyal li ser neteweya kurd tune bibe. Aştiya rastîn ew e ku kurd û tirk ewlehiya navxweyî û derveyî bêyî tirsa tundûtûjî, îstismar û peyçûnan bijîn.
Destûreka nû û Qanûna bingehîn a nû pêwîst e
Çima destûreka nû pêwîst e? Destûr çi ye û çima girîng e?
Di destûra qanûnên bingehîn a Tirkiyeyê de hemû mafên kurdan hatiye înkarkirin. Lê dibe ku di destûra nû de dê qanûnên bingehîn hebin, pir girîng e, ku mafên kurdan dikarin têde bên tomarkirin (parastin). Destûr jibo fermîkirina zimanê kurdî, qanûneka girîngtirîn e. Di qanûna Tirkiyeyê ya îroyin de kurd ji hemû mafên xwe bêpar in. Di pêvajoya Aştiyê ”Tirkiyek bê teror” de aqilmendên tirk bi haweyekî vekirî qala (behs) destûr û qanûna bingehîn nakin. Gelo sedem dikare çi be?
Peyman pir caran xal an politikayên konkret hene ku divê werin bicîhanîn. Di rewşên siyasî de, peymanek dikare bibe bingeha hıkumeteka hevpeymaniyê. Cûdahiya di navbera agahî, zanîn, zanistî û rastiyê de ye. Dema ku em dibêjin tiştek “rast”, çewt, xirab an baş e, em bi rastî çi mebest dikin? Cûdahiya di navbera zanîn û zanistiyê de çi ye? Zanistî mentiqî ye û li ser bingeha aqil li dû rastiyê ye. Zanist ew e ku em çawa dizanin, me çawa îspat kirîye; peymanek çewt e. Kurdistan hemû tiştê ku jibo gelê kurd heye. Axa Kurdistanê jibo gelê kurd tevahiya rastiyan e.
Dewleta tirk çand, ziman û hebûna gelê kurd înkar dike. Mînak: Swêdê welatê min e û Kurdistan jî welatê min e. Ji ber ku mafê kurdan û hemû zarokên kêmneteweyan heye ku li dibistanên Swêdî bi perwerdehiya zimanê dayikê perwerde bibin. 30 mîlyon kurdên Bakurê Kurdistanê ji hemû mafên xwe bê par in. Ev ne normal e. Swêdê mala her takekesekî (îndivîd) ye. Swêdîbûn an jî jiyana li Swêdê, jiyana li bihûştê ye. Swêd giyanê demokrasiya cîhanê û giyanê mirovahiyê ye. Swêd wekî giyanê cîhanê ji bo nasnameyeka mirovî ye. Jiyana li Swêdê mirovbûn e. Kes nikare pêşî li meşa dîrokê bigire dê rojek gelê kurd bigihîjin mafên xwe yên neteweyî û li Kurdistanê kurdî bibe zimanê fermî. Kêmneteweyên Kurdistanê yên wek ereb, tirk, azerî, suryan, çerkez, ermenî û yên din ku li Kurdistanê dijîn, dê bikaribin bi zimanê xwe bi azad û serbestî bi kar bînin û li dibistanê jî perwede bibin.
Çareserkirina pirsa kurd, bi formeka pluralîst; bi hevhizra/hevramana partî/rêxistin û saziyên kurdan dibe. Pirsa Kurd tenê bi Evdullah Ocalan û Devlet Baxçelî çareser nabe ji ber ku ew herdu jî neteweya kurd temsîl nakin. Li gorî hin kesan, serdemeka nû jibo çareseriya pirsa kurd destpê kirîye, lê bi ya min daxwaza çekdanînê ya PKK´ê pêngaveka yekalî ye ji lewre jî encama wê ne diyar e. Pirsa kurd bi çekan çareser nabe û bi çekdanînê ya PKK´ê jî çareser nabe. Pirsa Kurd bi destûreka nû tê çareserkirin. Bı gotıneka din, divê Tirkiye gavekê bavêje û qanûnên xwe biguhirîne. Divê êdî gavên pêwîst bêne avêtin. Rêya yekane ya rast pirsa kurd di qanûna bingehîn de cih bigire û zimanê kurdî bibe zimanê fermî. Tirkiye bibe duzimanî; kurdî û tirkî.
Pirsa kurd bi çekan çareser nabe ji ber vê yekê ez daxwazê ji hemû alîyên siyasî dikim ku li Kurdistanê li ser axa me şer çênebe. Tirk bi tirk re – kurd bi kurd re an kurd bi dijminên xwe re şer nakin; hemû partiyên siyasî, kom, rêxistin, akademisyen û elîtên kurdan tenê rêya dîyalogê hilbijêrin, dê baştirîn bibe. Em kurd ber bi nasnameya xwe ya mirovahiyê ve biherikin, baştir e.
Divê em kurd giraniya xwe dide ser ”mîrasa çanda kurd” û nirxên neteweyî û struktura desthilatdariyê. Mirovê/a kurd xwediyê karektereka mîrasa xwe ye. Ew /takekes wekî/e subjektê, digel întersubjektê ye û ew dikare xwe biguhirîne, xwe nû bike û bi demê re biherike.
Ez çawan rastiyê têdigihîjim? Ez çawan dikarim di derbarê vê zanistiyê de bizanibim?
1- Gava ku ez bi çavekî pragmatîzmê li ”Tirkyek bê teror û ”pêvajoya Aştiyê” mêze bikim, hingê, ez rastiyê nabînim. Ji ber ku rastî di praktikê de xuya dibe. Dinya ji cihê xwe dileqe lê Tirkiye û qanûnên wê wekî xwe man. Hizra bingehîn a min, ew e, ku mêjiyên dewletê jibo pêşvebirina pêvajoyê, da ku kurd û tirk problemên xwe çareser bikin û bigihîjin jiyaneka baştir ne zelal e. Ramana min ew e, ku heke pirsa kurd bi hawayekî mirovane bên gotûbêjkirin, hingê dê di praktîkê de jî ew bê jiyandin.
2- ” Heke ez bi çavekî korresponsê” lê mêze bikim ”Tirkiyek bê teror” an ”Pêvajoya Aştiyê” hingê lihevkirineka objektîf tune ye. Li vir ziman di mêjiyê dewletê de wek wêneyekê heye. Ji lewre hizrên elîtên kurd/akademisyên kurd girîng in. Rasteqînî û”heqîqet” ji bilî ”Tirkiyek bê teror” an ”Pêvajoya Aştiyê” heye. Rastî çi ye? Em tim li ser çewtî an rastî çi ye gotûbêjiyê dikin. Di derbarê vê yekê de têgihîştinên cûda hene. Ez dibêjim pênûsa min sor e. Rast e ku rengê pênûsa min sor be.
- Heke ez bi çavekî ”konsensusê” mêze bikim, encama gotûbêjiya navbera mêjiyê dewletê Devlet Baxçelî û hemû kesên ”eleqedar” de lihevkirîneka ku mafên gelê kurd tê parastin û di qanûna bingehîn de cih digire nabînim, hingê ew ”îdîa” ne rast e û kurd an takekes, bi mêjiyê xwe ve ne girêdayî ne. Ez bi çavekî serbixwe û azad li mijarê mêze bikim, hingê hevbîriyeka objektîf pêk nehatiye. Rastî tenê di encama gotûbêjiya navbera hemû aliyên siyasî, partî, kom, saziyên sivil, akademisyen, siyasetzan û kesên ”eleqedar” de dikare lihevkirîneka dualî pêk bê, hingê tê pejirandin û ev ”îdîa” dibe rastî bi xwe.
- Heke ez bi çavekî konstruktîvîtiyê ”Tirkiyek bê teror” û ”Pêvajoya Aştiyê” mêze bikim hingê ez ”konstruksiyona întersubjektê” dibînim. Baxçelî û Ocalan rastiyê di zimanê mêjiyê dewletê de dipejirînin. Rastî di zimanî de hatiye plankirin û bûye wek rastiya civakê. Lê ne rastiya civaka kurd e.
- Heke ez bi çavekî ”koherensê” li mijarê mêze bikim, hingê ne ”logîk”e, ji ber ku rastî nayê xuyakirin. Divê di şirovekirina Baxçeli, Ocalan û elîtên neteweya kurd de dijber tûne be, digel tevahî û giştî jî ”logîk” be. Heke herdu alî ji dil li hev bikin û pirsa kurd çareser bikin, hingê pêvajo rast e. Em çawa dikarin aliyên din (mêjiyê dewletê) fam bikin? Divê ew cîhana herdu aliyan were famkirin, ne tenê temaşekirin. Rastiya gelê kurd, hebûna wî ye, bi aliyên wî, bi rastiyên din û sîstemên rastiyan ve girêdayî ne. Hizra bingehîn ew e, ku çawan piraniya aliyên siyasî yên kurd û aliyên siyasî yên tirk li hev dikin. Heke ”Tirkiyek bê teror” an ”Pêvajoya Aştiyê” be hingê dê lihevkirinek di navbera wan, elîtên kurd, siyasetzan, akademisyen, dewletzan û rêberên neteweya kurd de hebe. Pirsa kurd tenê di navbera mêjiyê dewletê, Baxçelî û Ocalan/PKKê de çareser nabe. Divê hemû aliyên kurd beşdar bin.
Gotina min a dawiyê ev e:
Pirsa kurd bi kapasîteya hunera diyalogê ya bilind dikare çareser bibe. Kapasîyateya rewşenbîriya kurd ku mîrateya çandî ya mirovî çêdike çi ye? Jibo piraniya akademisyenan, zanayên kurd, kapasîteya rewşenbîrî ew e ku her kurdek bi dîsîplîn bifikire, pirtûkên cûda bixwîne, fêr bibe û karê xwe baştir bike.
Înkarkirina nasnameya kurd li Tirkiyeyê bûye sedema têkoşîneka tund di navbera kurd û tirkan de. Ez dibêjim, heke di salên 1970î de li Tirkiyeyê bihata zanîn ku mirov xwe kurd dibîne, ev jibo jiyana mirovan xeter bû. Kurd ne xwediyê statuya kole bûn, jê xerabtir bûn, heta navê peyva kurd qedexe bû ji ber ku bi fermî ji kurdan digotin ”tirkên çiyayî” û hebûna kurdan înkar dikirin. Yek ji sedemên zêdebûna hegemonyaya etîkî di salên 1970, 1980 û 1990î de li Tirkiyeyê ew bû kurd şîyar bûn û kurdan dest bi daxwaza naskirina mafên xwe kirin. Piştî salên 1990î, di dema AK partiyê de rewşa kurdan hinekî ji dema CHP´ê baştir bû. Lê piştî demekê dîsan rewş xerab bû; qirkirin û qatliamên mezin pêk hatin. MHP, CHP, AK û PKK jî bi Ocalan partiyên Tirkiyeyî ne û divê partiyên Kurdistanî jî hebin, bibin aliyekê. “Tirkiyek bê teror” an “Pêvajoya aştiyê” niha li ser serî li erdê ye, lê bi naskirina mafên neteweya Kurd dikare rabe ser pêyan.
- 07.2025, Stockhom


