Efrîn.. Komelgehên niştecîkirinê yên ku ji Ereban re hatibûn avakirin vala dibin
Ji sala 2018an ve, hejmareke mezin ji malbatên Ereb ên hawirde li Efrîna Rojavayê Kurdistanê hatin bicîkrin, komegelên niştecîkirinê ji wan re hatin avakirin, lê piştî ketina Esed, malbat vedigerin bajarên xwe, û êdî ew komelgeh vala dibin.
Li gorî jêderên ji Welat TV re agahî û dîmen şandin, hejmarek ji komelgehan vala bûne, piştî ketina Esed malbatên Ereb vedigerin malên xwe û malên ku ji wan re hatibûn avakririn, wêran bûne.
Li ser çiyayê Qêziqli, ku berê daristan bû û cihekî geştiyarî bû, komelgehek li wir jî hatibû avakirin, lê şêniyên deverê tekez dikin ku ew ê careke wî cihî şên bikin û daran biçînin.
Beriya niha çalakvanan li ser torên civakî dîmenên komelgehekê belav kirin, ew jî wêran bûye û gundî kelpîçan wan xaniyan ji xwe re dibin û bi kar tînin.