Polîtîk
PDK û YNK dicivin

Biryar e îro li Hewlêrê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bicivin. Li gorî agahiyên ew ji bo hilbijartinên bê li ser lîsteyek yekgirtî nîqaş dikin.Civîn li avahiya Mekteba siyasî ya YNKê li Hewlêr tê li darxistin.
Civîn dê di asta saziya hilbijartinê ya Mektebên Siyasî de were lidarxistin. Armanca civînê ew e ku di hilbijartinên parlementoyê yên pêşerojê de lîsteyek yekgirtî ya Kurdî were avakirin.
Karbidest dibêjin ku her du partîyan ji bo hilbijartinên parlementoya Iraqê yên pêşerojê lîsteyek yekane pêşniyar kirine û civîna îro dê yekem civîna ji bo nîqaşkirina pêşniyaran be.
Hilbijartinên parlamentoyê a Iraqê li Iraq û Herêma Kurdistanê di 11ê Mijdarê de pêk tê.


