Cîhan
Emerîka: Tundî û gotara handanê li dijî Durziyan li Sûriyê nayên qebûlkirin

Emerîka tundûtujiya li dijî Durziyan li Sûriyê red kir û banga Hikûmeteke pêşerojê ya giştgir kir.
Wezareta Derve ya Emerîka di daxuyaniyekê de got ku karên tundûtûjiyê û gotara handanê li dijî Durziyan li Sûriyê, redkirî ye û nayê qebûlkirin.
Her weha got ku divê desthilatdariya demkî şerûpevçûnan rawestîne û encamderên karên tundiyê li dijî sivîlan siza bide û ewlehiya tevaya Sûriyan gerantî bike.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Emerîka, “tayifiyet tu encaman pêk naîne û dê Sûriyê û deverê di nav tevlîheviyeke zêdetir de bihêle”.
Got jî: “Sûrî dikarin kêşeyên xwe bi aştiyane û bi rêya danûstandinê çareser bikin”.
Wezareta Derve ya Emerîka banga avakirina hikûmeteke pêşerojê ku nûnertiya tevaya pêkhateyên Sûriyê bike û wan biparêze, kir.


