Îsraîl cardin êrîşê Sûrî kir

Hat ragihandin ku balafirên şer ên Îsraîlê êrîşî deverên gundewarî yên Şamê kirin. Îsraîlê li Hama, Lazkiye û Derayê û her wiha li Şamê jî êrîş pêk anîne. Ji aliyekî din ve, El Cezîreyê ragihand ku dengê teqînên li pey hev ji Şamê hatine bihîstin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê SANA, di êrîşa li ser Haresta, ku taxeke Şamê ye, sivîlek hatiye kuştin.
Li gorî raporên destpêkê, di êrîşa Îsraîlê ya li bakurê Hemayê de çar kes birîndar bûn.
Îsraîlê êrîşî Lazkiye, her wiha Şam û Hemayê kir. Tabûreke parastina hewayî ya li Lazkiyeyê ku êdî nemabû, bû hedefa êrîşê. Li gorî nûçeya El Cezîreyê, di êrîşa li Lazkiyeyê de du kes birîndar bûn.
Karbidestekî leşkerî yê Sûrî ji Al Jazeera re got: Îsraîlê qada hewayî ya li Lazkiye, Hums û Hemayê binpê kiriye.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan êrîşek berfireh birine li ser Sûriye.