Serok Mesûd Barzanî: Hûn dikarin doza gelê xwe ji siyasetê zêdetir û baştir bi cîhanê bidin nasîn
Serok Barzanî pêşwazî li Yaneya Dihokê kir û ji bo bidestxistina Cama Kendavê, pîrozbahî lê kir û got: “Hûn dikarin doza gelê xwe ji siyasetê zêdetir û baştir bi cîhanê bidin nasîn.”
Serok Mesûd Barzanî îro 17ê Nîsnê piştî nîvro pêşwazî li rêveber, lîstikvan û karmendên Yaneya Werzisê ya Dihokê kir.
Di hevdîtinê de ku Parêzgarê Dihokê Dr. Elî Teter jî amade bû, Serok Barzanî bi germî pêşwazî li Yaneya Dihokê kir û ji bo serketina wê di Kûpaya Kendavê de pîrozbahî li wan kir û destxweşî li lîstikvan, karmend, rêveber û hemû kesên ku di vê serkeftina dîrokî de rol lîstine kir.
Serok Barzanî bal kişand ser rola werzîş û werzişvanan di jiyana miletan de û got, hûn dikarin doza gelê xwe ji siyasetê zêdetir û baştir bi cîhanê bidin nasîn.
Serok Barzanî piştgiriya xwe ji bo Yaneya Werzîşê ya Dihokê û hemû werzîşvanên Kurd nîşan da û ji wan re serkeftin û berdewamî xwast.
Di hevdîtinê de, şanda mêvan spasiya piştgiriya Serok Barzaniyê kir û ragihand ku piştgiriya Serok Barzanî îradeya serkeftin û wêrekiyê daye wan û ew serkeftin û kûpayê wekî diyariyekê pêşkêşî Serok Barzanî dikin.