Polîtîk

238 malbatên din ên çekdarên DAIŞê vegeriyan Îraqê

Hikûmeta Îraqê çend malbatên din ên Îraqî yên endamên DAIŞê ji Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê vegerandin.

Hikûmeta Îraqê karwanê 25emîn ê malbatên çekdarê DAIŞê di çarçoveya peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û aliyên ewlehiyê yên Îraqê de vegerandin.

“Em kêfxweş in ku vedigerin”

Kesekî Îraqî Harîs Elî got, “Dema em hatin kampê me hêvî nedikir ku ew qasî dirêj li kampê bimînin.

Em heft sal li bendê bûn û em rûbirûyê êş û zehmetiyêke zêde bûn. Niha em gelekî kêfxweş in ku vedigerin ser axa xwe û ji nû ve dest bi jiyana xwe dikin.”

856 kes in

Karwanê 25emîn, 238 malbat in ku ji 856 kesan pêk tê.

Îraq tenê wan kesên ku nasnameya wan a Îraqî heye vedigerîne.

Ew kesên ku bi kesên din re zewicîne, di vegerê de rûbirûyê pirsgirêkan dibin.

Hinek pirsgirêk derdikevin

Eyaz Herdanê ji Îraqê jî got, “Ez Îraqî me, xelkê nehiyeya Rumaneyê ya qezaya Qaimê ya parêzgeha Enbarê.

Min jineke Sûriyeyî aniye û ev jî zarokên min in, navê wan di nav vî karwanî de derket lê navê hevjîna min tê de nîne ji ber ku ew Sûriyeî ye.

Pirsgirêkên wiha gelek in û em ji hikûmeta Îraqê dixwazin ku vê pirsgirêkê çareser bike.”

Îraq dixwaze malbatên çekdarên DAIŞê ji Kampa Holê vegere û kamp were girtin ku Bexda wê wekî çavkaniyeke metirsiya ewlehiyê dibîne.

Rêvebirê Îdareya Kampa Holê Şukrî Hacî got:

“Ev îsal nehemîn karwanê vegera malbatên Îraqî ye.

Ji bo vegerandina wan malbatên Îraqî yên ku dixwazin ji Kampa Holê vegerin Îraqê xebat didomin.

Ew jî bi hevahengiya li gel Rêveberiya Xweser a Rojava û hikûmeta Îraqêre ye.”

Nêzîkî 15 hezar û 681 welatiyên Îraqê li kampa Holê mane.

Piştî ku ew vedigerin li Kampa Cedê perwerdeya derûnî werdigirin û piştre diçin cih û warên xwe.

Back to top button