PDK û YNKê li ser avakirina Kabîneya Dehem li Silêmaniyê dicivin

Her du şandên bilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro li ser avakirina Kabîneya Dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Silêmaniyê dicivin.
Biryar e şandên bilind a danûstandinan a PDK û YNKê îro 17ê Nîsanê li li baregeha Polîtburoya YNKê li Silêmaniyê bicivin.
Civîna her du şandên danûstandinê yên PDK û YNKê, berdewamiya civîna ku roja sêşemê, 15ê Nîsanê li Hewlêrê ye ku tê de gotûbêj li ser pêkanîna kabîneya dehem û dabeşkirina postan hat kirin.
Tê payîn ku di civînê de reşnivîsek were amadekirin, da ku bibe rojeva kabîneya nû û dabeşkirina postan di navbera her du aliyan de.
Li gorî daxuyaniya hevbeş a civîna borî, civîn PDK û YNKê di atmosfereke dostane û erênî de derbas bû û gavên avakirina kabîneya nû hatin gotûbêjkirin û gaveke erênî û pêşketinên baş hebûn.
Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di 20ê Cotmeha 2024an de hatin kirin, tê de PDKê 39 kursî û YNKê 23 kursî bidest xistin.
Kabîneya Nehem ji 18 wezaretan û sê wezîrên herêmê pêk dihat, posta Serokwezîr ji PDKê û posta Cîgirê Serokwezîr ji YNKê, 9 wezaret ji bo PDK, 5 wezaret ji bo ynk û 4 wezaret ji bo Tevgera Gorranê bû.