Polîtîk
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Austuryayê li Iraqê kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 06.03.2025ê pêşwazî li Balyozê Austuryayê li Iraqê Andrea Nasî kir.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de, tekezî li ser pêşxistina peywendiyên dualî di warên cuda de hat kirin.
Her di vê hevdîtinê de, pêşhatên dawî yên rewşa giştî ya Iraqê, bi taybetî amadekariyên hilbijartinên dahatû hatin gotûbêjkirin.
Li gorî daxuyaniyê, Balyozê Austuryayê spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir, ji bo hevkarî û hemahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel balyozxaneya welatê wî.