Cîhan

Li bajarên Sûriye rewşek awarte

Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê ragihand ku, piştî şer û pevçûnên tund di navbera çekdarên ser bi serokê Sûriyê yê berê Beşar Esed û hêzên hikûmetê de, qedexeya derketina derve li bajarê bendera Laziqiyê û bajarê bendera Tertûsê li bakurê rojavayê wî welatî hat ragihandin.

Li gorî nûçeya SANA, Rêveberiya Giştî ya Ewlekariya Tartûsê ya girêdayî rejîma Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) li Sûriyê ragihand ku li gorî tedbîrên ewlehiyê û rênimayên ku ji bo ewlehiya welatiyan hatine girtin, qedexeya derketina derve li bajêr hatiye ragihandin. Qedexe ji saet 22:00ê êvarê îro Înê 07.03.2025 heta saet 10:00ê sibê dê bidome.

Her wiha hat ragihandin ku li Humsê jî qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.

Çi qewimîbû?
Televîzyona fermî ya Sûriyê ragihand ku milîsên ser bi Esed ve êrîşek bi hemahengî li dijî hêzên hikûmetê pêk anîn, û di pevçûnan de herî kêm 13 hêzên ewlekarî yên ser bi hikûmeta nû ve hatin kuştin û gelek kesên din jî birîndar bûn.

Back to top button