Şeredarê DEMê hat binçavkirin

Hevşaredarên DEM’ê yên Şaredariya Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Aslan, tevî endamên meclîsa Şeredariyê Ozgur Çaglar, Neslihan Oruç, Yakup Daniş û Hikmet Bakirhan hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ve hat destpêkirin de hevşaredarên Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Arslan, endamên Meclîsa Partiyê ya DEM’ê Ozgur Çaglar, Neslihan Oruç, Yakup Daniş û Hikmet Bakirhan hatin binçavkirin.
Lêpirsîn di çarçoveya sûcên “propagandaya rêxistina terorê”, “endamtiya rêxistina terorê ya çekdar”, “binpêkirina Qanûna Pêşîlêgirtina Fînansekirina Terorê” û “Binpêkirina Qanûna Civîn û Xwepêşandanan a Hejmar 2911.” Ekîbên polîsan ên li Şaredariya Akdenîzê lêgerîn pêk anîn.
Parlamenterê Partiya DEM’ê Alî Bozan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev bûyer eşkere kir û bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da.
Bozan, anî ziman ku binçavkirina Sariyildiz û Arslan “komployeke siyasî” ye û wiha got: “Bi qeyûman re careke din hewl tê dayin ku aramiya Mêrsînê xera bikin. “Gelê Mêrsînê wê vê hewldana desteserkirina vîna wan qebûl neke.
Avahiya şaredariyê ya ku Bozan li ber wê dîmen dikişand ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.