Cîhan
Du pilot hatin revandin
Li paytextê Libnanê li Beyrudê 2 pilotên xetên ezmaniyên Tirkiye hatin revandin. Dema balafira xeta ezmani ya Tirkiye bi seferekî gihat Beyrudê pilot çûn da ku li otelê cih bibin. Lê di rêya çûyîna otelê de hatin revandin.
Vê nûçeyê rojnameyên Libnanî de jî cih girtiye. Herweha ev nûçe ji aliyê bepirsên konsolusxaneya Tirkî li Libnanê jî hatiye piştrastkirin.
Heja ne kifşe kî ji bo çi ev pilot revandine. Lê ne dûre ev pilot di êrîşekî de bêne karanin.