Encama civîna Lijneya Wezîran hat eşkerekirin
Civata Wezîran a Îdareya Herêma Kurdistanê li ser geşedanên dawîn ên di derbarê hilberîna elektrîkê, mûçe û pêvajoya hecê de gotûbêj kir.
Civata Wezîran bi serpereştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Kubad Talebanî, civîna xwe ya heftane ya asayî lidar xist.
Di beşa yekem ya civînê de Kemal Mihemed Salih wezîrê elektrîkê raportek li ser rewşa niha ya xizmetguzariya elektrîkê û hewlên wezaretê ji bo baştirkirina xizmetguzariya elektrîkê pêşkêş kir. Wezîrê elektirîkê bal kişand ser plan û bernameyên wezareta xwe ya ji bo zêdekirina elektrîka berhemanînê û herweha pêşniyarên cûrbicûr ji bo baştirkirina xizmetguzariyê pêşkêş kir.
Encumena Wezîran pêşniyarên Wezareta Elektrîkê pêşkêşî wezaret û aliyên pêwendîdar kir ku tedbîrên pêwîst bigirin. Her weha rapora Wezîrê Weqf û Karûbarên Diyanetê Piştîvan Sadık a di derbarê lidarxistina merasîma hecê ya îsal û tedbîrên ku wezaretê di vî warî de girtine jî hat nirxandin.
Sadık da zanîn ku îsal hejmara heciyan li Herêma Kurdistanê 4 hezar û 685 kes in û ji bo paraztina tenduristiya heciyan tîmek Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê bi heciyan re çûne û alîkariya madî jî ji bo heciyan hatiye terxankirin.
Lijneya Wezîran sersaxî ji malbatên kesên ku di îcaba hecê de jiyana xwe ji dest dane xwest. Wezareta Ewqaf û Karûbarên Diyanetê ferman da ku lêkolînê li ser sedemên mirinan bike û ji bo ku ev bûyerên trajîk dûbare nebin, her cûre tedbîr bên girtin.
Mijarek din a civînê jî mûçeyên hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêkar û mekanîzmayên cîbicîkirina erkên xwe yên li hember hikûmeta federal bû.
Di nav mijarên ku hatin nîqaşkirin de lîsteya mûçeyên mehane yên karmendan, pêvajoya kontrolkirina hevbeş a Ofîsa Çavdêriya Darayî ya Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, veguheztina mûçeyan ji bo platforma dîjîtal, pişka Xezîneya Federal ji dahata mehane ya nefta herêmê û alîkariyên ku ji aliyê Amerîkayê ve ji bo Hêzên pêşmerge hatiye dayîn, hebûn.
Di vê çarçoveyê de Wezîrê Darayî û Aborî Avat Şêx Cenab û endamên desteya danûstandinan a hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel hikûmeta federal di derbarê pêşhatên dawî de agahî dan.