Civak
Zêdeyî 117 hezar geştiyaran serdana Hewlêrê kir

Parêzgariya Hewlêrê ragihand ku Rêveberiya Giştî ya Geştûguzariya Hewlêrê plana betlaneyê bi serkeftî bi cih aniye û hejmara geştiyarên ku di cejnê de serdana Hewlêrê kirine 117 hezar û 421 e.
Di daxuyanîya walîtîyê de, di derbarê plansazîyên 4 rojî yên Cejna Qurbanê de hat gotin ku “Plan wek berê bi serkeftî û bê astengî pêk hat”.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku, “Plana betlane ya Rêveberiya Trafîka Hewlêrê bi awayekî serkeftî hat bicîhanîn. Di cejnê de 3 qezayên trafîkê rû dane û tenê ziyanên madî bûne”.


