Siyaset, hêz û alternatîfî

Nûrî Çelîk
Rewşa me Kurdên Bakur li ber çav e. Piştî guhertina siyaset û stratejîya PKK (a ji Kurdistanîbûnê ber bi Tirkiyeyîbûnê ve) Kurdên Bakur ketin xewa mirin û bêdengîyê û Kurdî, Kurdayetî û Kurdistanîbûn hat bincilkirin. Hewce nake em behsa hêz û partîyên derveyî PKK bikin, ji xwe ew berî PKK ketibûn temara mirinê û morîka xewê xistibûn guhên xwe. Îro jî cezayê wê dikşînin û di meydanê de ne kes dizane ew hene, ne jî kes hesabê wan dike. Belkî jî siyaseta PKK û Tirkîyeyîbûn li hesabê civaka Kurd jî hat û tê. Kurd di şerê 40 salî de westîyan, betilîn û tu encam jî bi dest nexistin. Ji ber vê, qe nebe bi siyaseta Tirkîyeyîbûnê belkî karibin jiyana xwe û pêşeroja zarokên xwe baş yan xerab misoger bikin, Kurdayetî û Kurdistanîbûnê çend salên din bavêjin paş heta go derfetên nû derkevin holê. Piştî şerê Şêx Saîd jî Kurd ketibûn temara mirinê û razabûn. 30-40 sal bi bêdengî û razanê derbas bû heta ku Kurd dîsa hişyar bûn û bi ser xwe ve hatin. Belkî jî şert û mercên îro wê pêwist dike.
Bêguman ev nayê wateya ku divê em dev ji her tiştî berdin û li mala xwe rûnên. Şert û mercên îro çi pêwist dike, şert û mercên herêmê û cîhanê çi rê û rêbazê datîne ber me, divê em jî li gor wan şertan xwe biguherin û bi siyasetek nû, bi plan û programek nû, ne ji bo berjewendîyên partîtîyê lê ji bo berjewendîyên civaka Kurd gavekê yan hinek gavan bavêjin.
Şêwirmendê berê yê Ewlehîya Netewî yê Qesra Spî Robert O’Brien berî çend rojan gotinek pir xweş û di cîh de got. Di nivîsa xwe de got: ”Vegera aştiyê bi hêzê ye”. Yanî, aştî jî, hebûn û tunebûn jî bi hêzê pêk tê. Tu dewlet bî jî, heke tu ne xwedîyê hêz û siyasetek hêzdar bî, tê bibî goka nav lingên dewletên din û wê zirt û gefan li te bikin. Rêxistin û partî jî wilo ne. Siyasetek netewî ya xurt û hêzdar, plan, proje, bername û stratejîyek zelal rê ji alternatîfbûnê re vedike û ev yek ji Kurdên Bakur re wek nan û avê ferz û pêwist e. Heger birastî partîyên bakurî dixwazin (ku ez ne bahwer im) bibin alternatîf û wek mixettap bên girtin, berî her tiştî divê xwedî hêz bin.
Alternatîvbûn û serkeftina di siyasetê de bi îqnakirina xwe û derdorê û bi hewcedarîya sazîyek siyasî ya nû pêkan e. Partîyên ku ev 40-45 sal in ji partîtî û ezezîyê pê ve tiştek nekirine û bahwerîyek nedane civaka Kurd, bi vî halê xwe, bi vê rewşa ku tê de ne pêş de neçûne û nikarin herin jî. Bi heman kadroyên dejenerebûyî, bi heman gotin û çîrokên şahîk û girover, bi heman qalibên teng ne siyasetek xurt tê kirin, ne jî hêvîya alternatîfbûnê jê tê kirin. Siyasetek nû û alternatîfek nû bi daxwazê ve girêdayî ye. Heke ev daxwaz di dilê yekî de, yan di dilê rêvebirên partîyan de hebe, gavavêtin jî helbet hêsantir dibe. Tiştê heta îro xuya bûye tunebûna vê daxwazê ye. Erê bi gotinê herkes şêr û piling e û alîgirê yekîtî yan alternatîfek nû ye, lê rastî berevajî ye. Rastî ne berjewendîyên netewî, lê ezezî û berjewendîyên partîtîyê ye.
Di siyasetê de pêkhatinek nû berhema hewcedarîyê ye. Ji bo ku em vê hewcedarîyê hîs bikin, hewce nake meriv ewlîya yan fîlozof be. Rewşa civaka me, milletê me li ber çav e. Civaka me bi tenê hatiye hiştin, ji ber ku Kurd e hatiye kujtin, dengê wê hatiye birîn, rûmet û xîreta wê hatiye binpêkirin, daxwazên wê hatine rûreşkirin, serkeftina wê nayê xwestin û daxwazên wê di çavnebarîyê de hatine fetisandin. Yanî, bi her awayî bi tenê û bêxwedî hatiye hiştin. Partîyên ku li ser hesabê wê civakê kaban davêjin û li ser pişta wê diçêrin divê van rastîyan bibînin û li gor wê ji bo siyaset û hêzek nû gavan bavêjin. Bi kesên nû û pakij, bi kadroyên pispor, têgihiştî û xwedî karîyer, bi hest û helwest, û helbet bi siyasetek serbixwe, bê wesayet û bê îcazet.
Îro li Bakurê Kurdistanê du partîyên sereke (DEM û HUDA-PAR) partîyên herî çalak û girseyî ne. Yek bi olî ya din jî bi çepîtî serkêşîya Kurdan dike. Yek bi hişmendîya bratîya ummetê, ya din jî bi hişmendîya bratîya xelkên cîhanê berê Kurdan dide alîyekî û wan ji hest û hişmendîya Kurdayetî û Kurdistanîbûnê dûr dixe. Her çiqasî bingeha wan Kurd bin û gelek jê welatperwer bin jî, hest û helwestên rêveberîya wan cihê pirs û nîqaşê ye. Bi taybet rêvebir û Qeyûmên Tirk yên di serê DEMê de di perdeya demokrasî û demokratîzekirina Tirkiyê de hemû enerjî û keda Kurdan heba dikin û ne eşkere be jî dijberîyek sergirtî li dijî Kurdên nava DEMê û xeta netewî dikin.
Li vir divê meriv xeta netewî, Kurdên welatperwer yên nava DEMê bi tenê nehêle, wan zêdetir motîve bike ku karibin serê hefsêr ji destê Qeyûmên Tirk ên Kemalîst derxin. Her çiqasî Qeyûmên Kemalîst ji alî dewlet, Îmralî û Qendîlê ve tên tayînkirin jî, divê Kurdperwerên nava DEMê tenê neyên hiştin û destê piştgirî û hevkarîyê dirêjî wan bike. Ji alîyê din, heger naxwazin ji dîrokê rabin û birastî jî dilşewatên Kurd û Kurdistanê ne, ji partîyên derveyî van herdu partîyan re tenê rêyek dimîne. Hêzek nû, dezgeh û siyasetek nû.
Dezgehek di ser partîyan re, dezgehek ku hemû partîyên heyî karibin di bin sîwana wê de bicivin, xwe tê de bibînin, xwe tê de temsîl bikin, lê wê dezgehê wek serokatî û rêveberîya hemû partîyan bibînin. Hûn navê „Dezgeha Rûspîyan“ lê dikin, yan „Dewleta Kûr„ lê dikin, qet ne pirsgirêk e. A girîng hebûn û sazkirina wê dezgehê ye. Lê wek min li jor jî got, ne bi van kesayet û kadroyên ku di çavê civakê de bêqîmet bûne, bi kesayet û kadroyên nû, bi nifşekî zîrek û şareza.
Ezê nivîsa xwe dîsa bi gotina Robert O’Brien biqedînim. Vegera aştîyê bi hêzê ye!
Û ji bo Kurdên Bakur jî vegera serketinê bi hêzê ye!