Cîhan

Ermenîstanê dewleta Filistînê nas kir 

Ermenîstanê ragihand ku ew bi fermî dewleta Filistînê nas dike.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê de hat destnîşankirin ku Êrîvan di wê baweriyê de ye tekane rêya çareseriya mayînde ya di navbera Filistîn û Îsraîlê de çareseriya du dewletî ye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em dewleta Filistînê nas dikin, em tekezî li ser pabendbûna xwe ya bi prensîbên hiqûqa navnetewî û wekhevî, serwerî û jiyana aştiyane ya gelan dikin”.

Ermenîstanê bi bîr xist ku ew piştgirî didin ragihandina agirbesta lezgîn a li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî û diyar kir ku ew “ji dil” aştiya herêmê dixwazin.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de got: “Komara Ermenîstanê bi awayekî kategorîk hedefgirtina binesaziya sivîl, tundiya li dijî gelê sivîl û girtina sivîlan di dema şerê çekdarî de red dike û piştgirî dide daxwaza serbestberdana bê şert û merc”.

Back to top button