Cîhan

Ji ber germê zêdeyî 1081 hecî mirin

Hat diyarkirin ku îsal di serdan û tewafa Kabeyê de ji ber germê zêdeyî hezar hecîyên misilman mirine û hejmara kesên li nexweşxaneyan jî 2 hezar derbas kiriye.

Dîplomatên Ereb roja Sêşemê ji ajansa nûçeyan a Fransî France-Presse (AFP) re ragihandin ku herî kêm 323 ji miriyan Misrî û 60 Urdunî ne û piraniya wan ji ber nexweşiyên germê mirine.

Televîzyona dewletê ya Erebistana Siûdî ragihand ku germahî roja Duşemê di bin siya Mizgefta Mezin a Mekkeyê de derket 51,8 pileyî. Hejmara mirina heciyên ku ji Tirkiyê çûbûn derket 23an.

Di daxuyaniya çavkaniyên dîplomatîk ên Misrê, 630 heciyên Misrî58 Pakistanî, 183 Endonezyayî jiyana xwe ji dest dane. Hat ragihandin ku ji Malezya, Hindistan, Urdun, Îran, Senegal, Tûnis, Sûdan û Iraqê jî mirî hene. Li gor daneyên dawî ji 11 welatan bi giştî hezar û 81 kes di dema hecê de jiyana xwe ji dest dane. Gelek kesên winda jî ji aliyê malbat û xizmên wan ve tên lêgerîn.

Ji aliyê din, li Meksîkayê jî ji ber germê 155 Meksîkanî jiyana xwe ji dest dane.

Back to top button