YE ji bo penaberên Sûriyê 1 milyar euro dide Tirkiyê

Yekîtiya Ewropayê (YE) di 8 emîn Konferansa Piştevaniya ji bo Pêşeroja Sûriye û Herêmê de soz da ku bi qasî 2 milyar Euroyî bide penaberên Sûriyê. Ji 2 milyar euro 1 milyar ji bo Tirkiyê hat veqetandin.
Li paytexta Belçîka Brukselê 8. Konferansa Piştgiriya ji bo Pêşeroja Sûriyê û Herêmê hat lidarxistin. Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve û Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell diyar kir ku YE bi qasî 2 milyar euro piştgirî daye penaberên Sûriyê û diyar kir ku di sala 2024an de 560 milyon ewro jî wê ji bo penaberên Sûriye, Lubnan, Iraq û Urdunê bê dayîn. Di 2025an de ji bo alîkariya penaberên Sûriyê wê 1 milyar euro ji Tirkiyê re bê dayîn.
Borrell bal kişand ser wê yekê ku alîkariyên darayî yên ji bo penaberên Sûriyê yên li herêmê têrê nakin û ji bo çareseriyek siyasî ji krîza Sûriyê re divê Yekîtiya Ewropayê zêdetir hewlan bide.


