Cîhan

Ispanya dewleta Filistinê nas dike

Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez ragihandi bû ku, ew ê di 28ê Gulanê de dewleta Filistînê bi fermî nas bikin.

Îro serokwezîr Sanchez ji raya giştî ya cîhanê re ragihand ku ew bi fermî dewleta Filistînê ku paytexta wê Qudsa Rojhilat e, nas dikin. Serokwezîrê Îspanyayê Sanchez got, “Spanya dewleteke Filistînê ya ku paytexta wê Qudsa Rojhilat e û ji devera Şerîeya Rojava û Xezayê pêktê nas dike. Heta ku ji aliyê hemû aliyan ve neyê qebûlkirin em ê tu guhertinên di sînorên 1967an de nas nekin.” Bi vê tevgera Îspanya ya ku tevî gefên eşkere yên Îsraîlê biryar da ku Filistînê nas dike, ji 193 welatên endamên Neteweyên Yekbûyî 145 dewleta Filistînê nas dikin.

Back to top button