Di Şoreşa Pêşverû ya Gulanê de cih û rola jinê

Şoreşa Gulanê de jin li kêleka pêşmergeyan di nava rêxistinên veşartî de çalak bûn, di nava şoreşê de cih girtin û erka xwe bi cih anîn…

Narîn Ebdulqadir
Di dîroka tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê û şoreşên li pey hev de, jinan li kêleka mêran di hemû qadên îdarî, siyasî û civakî de rolek aktîf û girîng lîstiye û bûye hêviyeka xewn û armancên mezin ên gelê Kurd.
Di Şoreşa Gulanê ya ku di 26’ê Gulana 1976’an de dest pê kir, jin li kêleka bira û mêrên xwe bûn dînamoya şoreşê, bûn çek û rûmetji bo parastina gel, ax û welatê xwe.
Jinên ku her tim rol û bandora xwe di şoreşan de îsbat kirine, di şoreşa Gulanê de li kêleka pêşmergeyan di nava rêxistinên veşartî de çalak bûn, di nava şoreşê de cih girtin û erka xwe bi cih anîn. Ew bûn çiyayên bi biryardariya herî mezin.
Di serdema şoreşa Gulanê de jî jinan têkoşîna xwe ya bênavber berdewam kir û ji bo bidestxistina armancên bilind ên şoreşê ku di serî de redkirina zilmê û domandina têkoşîna siyasî û çekdarî ji bo bidestxistina mafên netewî yên gelê Kurd, xebat kirin.
Bê guman yek ji qonaxên herî girîng ên berxwedana Pêşmerge û gelê Kurd, destpêkirina Şoreşa Gulanê ya pêşverû bi amadebûna çalak a jinan li bereyên şer û warên siyasî, îdarî û civakî bû.
Şoreşa Gulanê ku encama têkoşîn û qurbanîdana şoreşgerên gelê Kurd e, yekrêziya hêz û partiyên gelê me bû ji bo serhildan, federalî, piralî, hilbijartin û avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Şoreşa Gulanê tevî gelek astengî û komployên mezin ên navnetewî, peyama bihevre jiyan û aştiyane ya gelê Kurd gihandiye civaka mirovatiyê. Şoreş û dîroka tomarkirî û serbilindî ji bo gelê Kurd bi nirx e û gelê Kurd bi biryar e ku di tekoşîna xwe de bigihîje armancên bilind. Di warê siyasî û medenî de ranaweste û ber bi paşerojeke geştir ve diçe.


