Polîtîk

Qeter li Hewlêr Konsulusxaneya xwe vedike

Şandeke Qeterê bi bo vekirina konsulxaneya welatê xwe li Herêma Kurdistanê hatin Hewlêrê, biryar e li serê heftiya bê Konsulxaneya Qeterê li Hewlêrê bê vekirin.

Şandeke Qeterê bi serokatiya sekreterê Giştî yê Wezareta Derve ya Qeterê Dr. Ehmed Hesen gihan Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û ji aliyê Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ve hate pêşwazîkirin.

Dr. Ehmed Hesen da xûyakirin ku, sedema vê serdana me, ji bo berdewamiya peywendiyên Herêma Kurdistanê bi Mîrgeha Qeterê re ye, dê çend hevdîtin berpirsên Kurdistanê re bêne kirin û emê Konsulxaneya Giştî ya Dewleta Qeterê bi awayekî fermî li Hewlêrê vekin.

Back to top button