Cîhan
Derhênerê Kurd Suayîp Adlig koça dawî kir

Derhênerê Kurd Suayîp Adlig, li Fransayê bajarê Cherbourgê koça dawî kir. Termê derhinerê Kurd li bajarê Cherbourgê li axê hate spartin.
Nivîskar, hunermend, derhêner Suayîp Adlig evîndarê welatê xwe bû. Heta nefesa xwe ya dawî, wek têkoşerek bê westan û serbilind her tim di xizmeta gelê xwe de bû.
Suayîp xwedî ezmûnekî dewlemend bû. Li pey xwe gelek berhemên hêja dihêle. Pir mixabin emrê wî têr nekir ku hemû xeyalên xwe bixe jiyanê. Suayîp kesekî pir taybet bû. EnerjÎ û projeyên wî ti car xelas nedibû.


