Nivîsar

Çerxa Felekê li ser serê Kurdan dizîvire

Di nava vê herikandinê de em nebin xwedî hêz û qaweta xwe, em ê li ber wê herikandinê bikevin û tu mafan jî bi dest nexin.

Bûbê Eser

Sinyal ango îşaretên ku wê di rojhilata navîn de guherandinên girîng bibe, tê xuyakirin. Dîplomasiya niha li rojhilat û li navneteweyî tê meşandin,  ji me re vê zelal dike.

Heger em weke kurdên bakurê Kurdistanê ji vê rewşê û di vê pêvajoyê de weke demên berê jihevketî bin, hêzên xwe nekin yek. Bi dengekî kurdistanî xwedî li doza xwe dernekevin. Em ê hemî bi hevre wenda bikin û heta sed salan jî em ê neyên ser heşên xwe.

Ji ber vê ez dibêjim: Pêwîste demildest HAK-PAR, PWK, PSK (Heger ji ber tifaqa bi pkk re lêborîna xwe bixwaze) hemî PDKyên li bakur kurdistanê, PELKURD, HEREKETA AZADî, li gel hemî nivîskar û rewşenbêran divê yekitiyeke xurt li ser navê bakurê kurdistanê di bin sîwaneke neteweyî de hêzên xwe bi navê Eniya Kurdistanî bikin yek.

Heger di vê guherandinê de ku li gor texmîna min wê di sala 2024an de pêk bê, em kurd ne xwedî hêzeke xwe ya yekdengî û neteweyî bin. Em ê hemî bi hevre wenda bikin.

Ji ber vê dibêjim: Pêwîste êdî weke kurdên bakurê Kurdistanê em kumê xwe deynin ber xwe û bi hevre li ser vê rewşa xerab ya ku niha em û welatê me têdene bifikirin. Lazime em zûtirîn demê hêzên xwe yên neteweyî bikin yek. Dem û zeman diherike. Di nava vê herikandinê de em nebin xwedî hêz û qaweta xwe, em ê li ber wê herikandinê bikevin û tu mafan jî bi dest nexin.

Ez di wê baweriyê de me ku îro hemî partî û rêxistinên bakurê Kurdistanê gihiştine wê baweriiyê ku heger em hêzên xwe nekin yek, em ê herin yek bi yek.

Bi vî rengî û bi vê ji hev belavbûnê wê tu partiyeke me jî nebe xwedî gotin û biryar. Lê heger em hêza xwe bikin yek aha wê demê em ê bi wê hêza xwe gotina xwe jî bêjin û hin mafê gelê xwe jî bi dest bixin.

Îro luksa gelek serok û pir partî ji me re ne lazim e. Divê derdê me ne serok û pir partî bin. Niha tiştê ji me re lazim e ew e ku em ê çawa bi hevre vê rewşa xerab ku bakurê Kurdistanê tê de dijî, xwe jê azad bikin.

Asîmlekirineke pir berfireh li bakurê kurdistanê dimeşe. Dewlet bi hemî hêza xwe li ser kar e. Ev ne bes bû, hin sexs, partî û tevgerên me jî ji dewletê re dibin alîkar ku ziman zûtir bê ji bîr kirin. Diplomasiya niha tirkiyê dimeşîne ne belasebeb e.

Seredana tirkiyê ya Iraqê û başûrê Kurdistanê ji xwe ber û hema li gor daxwaza Erdogan çê nebûye. Divê partiyên me ji vê dersekê derxin da ku bikaribin hêzên xwe li gel rewşenbîrên xwe bikn yek.

Me ji berê de gotiye û dizanin ku di vê sedsaliya Lozanê de wê giherandinên girîng bibin. Wê dewletên nû bêne avakirin û di nava wê de jî wê başûrê Kurdistanê hebe. Lê heger em li  bakurê kurdistanê ne li hev bin. Belawela bin. Bê hêz û qawet bin. Ev firseta zêrîn dikare bikeve destên Kemalîstên Kurd û ewên jî vê li gor berjewendiya dagirkeran bi karbînin.

Bi rastî ez fêm nakim ku çi cewazî di nava partiyên me de hene ku nikarin hêzên xwe bikin yek. Weke serokê Partiya Welatparêzin Kurdistanê rêzdar Mustafa Ozçelîk dibêje: ”Yên dikarin bibin yek bila yekîtiya xwe pêk bînin. Nikarin bibin yek bi hevre li ser xeta neteweyî eniya Kurdistanê damezrînin. Heger hûn nikaribin vê jî bikin. Li hember hev dilsoz bin. Kê xebat kir ji wan re bibin piştgir”.

Ji ber vê dibêjim: Gelek caran em hay ji xwe û guherandinên ku wê bibin tune ne. Lê hûn bawer bikin, nekin tiştên girîng dê biqewime. Ez û hûn em di vê baweriyê dene ku hûn yek jî nikarin bibin pêşevanê gelê xwe. Madem rewş ev e, zûtirîn demê hêzên xwe bikin yek.

Ez bawerim wê dewletên mezin, li dinyê û li rojhilata navên guherandinên girîng bikin. Loma wê Hêzbula û pkk biqedînin. Qedandin û ji holê rakirina wê tê wateya damezrandina dewletên nû û hin bi destxistina mafan ji bona netew û kêm netewan dê bibe.

Ji bona nebiyên me lanetê li me nebarînin divê zûtirîn demê em weke kurdên bakurê Kurdistanê, berjewendiyên xwe yên sexsî û hizmê bidin alîkî . Ji bona damezrandina eniyeke neteweyî bikevin nava diyalogên bi hevre.

Rewşa niha gelekî xerab e û çerxa tunebûna gelê kurd li ser serê me dizîvire. Ya ew çerx wê serê me jêbike da ku em bi temamî wenda bikin. Ya jî em bi hevre berê wê çerxê bidin dagirkeran nigên wan bê jêkirin da ku em jî mafê gelê xwe ê rewa bi dest bixin.

Back to top button