Nivîsar

Wendakirina bi serketî

Dev ji başûrê Kurdistanê berdin. Ka we li bakurê Kurdistanê çi bi dest xistiye? Li bakurê Kurdistanê ziman nemaye, ruhiyeta kurdistanî mirî ye.

Bûbê Eser

Çi dema sexsek, partiyek, tevger û komeleyên têk çû yî. Ji bona kêmaniya xwe veşêrin tim û tim li hember karê bi serketî dibin rexnegir. Ji wan karana yek jî destkeftiyên başûrê Kurdistanê ye. Bi tekoşîneke dûr û dirêj, bi xwîna hezaran pêşmêrgeyan, bi Enfalkirin û kîmyabarana bi hezaran kurdan wir ango başûrê Kurdistanê hatiye azadkirin.

Ji bona wir têk nere, pêwîst e kurdên li vê cîhanê dijin bi hemî îmkanên xwe wê biparêzin. Parastina wir tê wateya parastina zimanê kurdî, ruhiyeta kurdî, baweriya kurdî û hevgirtina miletê kurd. Lê mixabin hin bi zanetî û hin jî bi nezanî li ber bayê di bin navê rexneyan, dijminatiya kurdan dikin, dikevin

Carekê be jî, bi aqilekî selîm, bi hilmeke fireh bifikirin û bizanibin ku Barzaniyan di şer û tekoşîna xwe ya di sed salan de li başûrê kurdistanê destkeftiyek ango dewleteke federe bi dest xistine. Kurdên seranserê cîhanê yên ji welatê xwe hez dikin, bi vê hebûnê serbilind û kêfxweş in. Vê hebûnê ji nû de ruh û can daye kurdan ku êdî cîhan jî tim behsa wan bi erênî dikin.

Lê tu bala xwe didê li bakurê kurdistanê hin şexs, partî û tevgerên heyî, bi endamên xwe yên nebiserketî ango têkçûyî, karê wan tehna maye rexnekirina başûrê kurdistanê. Ev ne bes bû, hin kurdên qaşo ji xwe re dibêjin ez welatparêzim jî tevli vê govendê dibin. Helbet kî di kîjan govendê de bilîzin heqê wan e.

Heyran me carekê got: Dev ji başûrê Kurdistanê berdin. Ka we li bakurê Kurdistanê çi bi dest xistiye? Li bakurê Kurdistanê ziman nemaye, ruhiyeta kurdistanî mirî ye. Berjewendiyên sexsî û hizbî li pêş e. Hin li ser navê nivîskariyê,  bi tirkî dinivîsînin û gelek ji we herroj pesnê berhemên wan didin. Lê ji bîr dikin ku li başûrê Kurdistanê perwerdeyî bi kurdî ye. Ji dibistana seratayî bigire heta uniwersîteyan hemî bi kurdî ne.

Bi ser vî halê xerab de jî  hinan karê xwe kirine rexne kirine başûrê Kurdistanê. Weke pisîka li benda mişk bin. Gelek ji wan hema li bendê ne ku başûr şaşiyeke li gor wan an kêmaniyekê bike da ku ew jî dest bi rexnekirinê bikin û yên hinan jî ji rexnekirinê zêdetir e.

Erdoganê ku desthilata başûrê kurdistanê weke eşîr didît, lê îro weke dewleteke fermî seredana wir dike. Di bin ala kurdî û wêneyê serokê nemir Barzanî de wêneyê wî tê kişandin. Ji dêlva kurd bi vê kêfxweş bibin. Hinan destpêkirine ha ha wir rexne dike. Lê fêm nakin ku êdî wir dewlet e û li gor normên dewletbûnê tevdigere. Divê hemî kurd kêfxweş bibana ku Barzaniyan yekî weke Erdogan anîn ba serokeşîran(!). Gelo ji vê gavê girîngtir çi heye? Çima em vê nabînin û tenê dikin gazî û hawar ku çima ala tirkî li ser Qeleha Hewlêrê ye. Lê du alên din ku li wir bûn, nabînin.

Heyran îro başûrê kurdistanê li ser têkiliyên bi tirkiyê re dikare bijî û pêşiya xwe veke. Heger deriyên hêla bakurê kurdistanê bêne girtin, kurdên herdu aliyan jî wê birçî bimînin. Kesên birçî jî taliya wan ya dibin diz ya jî eşqiya. Heger hûn dixwazin kurd bikevin vê rewşê, wê demê rexneyên we li cih e.

Temiya min li we êdî vê adeta xwe biterkînin. Ji dêlva hûn ewqasî serê xwe bi başûrê kurdistanê re diêşînin, hinekî li ser rewşa bakurê kurdistanê bifikirin. Bifikirin ku yekîtiya nava we tune ye. Bê tifaqiya we, we tune dike. Carekê serê xwe li ser vê biêşînin û ji bona yekîtiyeke xurt an tevgerek neteweyî serê xwe biêşînin û dûre rexneyên xwe  li başûrê Kurdistanê bikin.

Başûrê Kurdistanê xwe xelas kirî ye. Bifikirin û bêjin, ka em ê çawa xwe ji bin wê alaya ku hûn rexne dikin, azad bikin. Ma ne hûn û em hemî ji wê alê acizin. Lê gelo ji bona em weke kurdên bakurê kurdistanê, xwe ji bin siya wê alê derdixin, divê em çi bikin?

Çima em eniyeke neteweyî bi hêz û xurt bi hevre danamezrînin? Çima em yekîtiyeke xurt li bakurê kurdistanê pêk naynin? Çima bêtirên me, zarokên xwe naxin nava tevgerên siyasî? Çima partiyên me yên siyasî li bakurê kurdistanê bi salmezinan maye? Ka carekê vê bifikirin û çareseriyekê jê re bibînin, dûre jî mafê we heye ku hûn başûrê kurdistanê rexne bikin.

Ma ne ala tirkî di bêrîka we tevan de ye. Ma ne hin di parlemana ku bi ala tirkan xemilandî de dijîn û maaşên xwe ji wir digirin. Ma ne zarokên we bi tirkî têne perwerdekirinê. Ma hûn dizanin kî kîjan zimanî bi kar bînin, mejiyê wan jî li gor wê şikil digire.

Hinekî bi aramî bifikirin. Bêhn fireh bin.  Di nêzîk de hûn dibin dewleteke serbixwe. Ew serxwebûn wê bibe dermanê perçên din jî. Êdî ji dêlva hûn başûr rexne bikin, bi xwe û ji  hevbelavbûna tevgerên bakurê kurdistanê mijûl bibin. Hewl bidiin da ku kurd bibin xwedî hêzeke di bin sîwaneke neteweyî de. Aha wê demê mafê we yê rexneyan jî dixuliqe. 

Dilsozî û neteweperwerî ew e ku mirov zimanê dagirkerên xwe bi kar neyne. Bi zimanê wan berhemên xwe nenivîsînin. Di malên xwe de bi tirkî qise nekin. Zarok û nebiyên xwe fêrî kurdî bikin. Ji bona berjewendiya Kurd û Kurdistanê destên brayetiyê dirêjî hev bikin. 

Vana hemî li başûrê kurdistanê hene, lê mixabin yên ji vana bê parin, karê xwe kirine rexnekirine başûrê Kurdistanê û  fêm nakin wir êdî dewlet e.

Back to top button