Hejmara kujtiyên êrîşa Moskovayê derket 144an

Kesekî din ê ku di êrîşa çeteyên DAIŞê ya li Rûsyayê de bi giranî birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da. Li Tacîkistanê ji ber êrîşê 9 kes hatin binçavkirin û hejmara miriyan derket 144an.
Hejmara kesên ku di êrîşa salona konserê ya li Moskovayê de jiyana xwe ji dest dane derket 144an. Wezîrê Tenduristî yê Rûsyayê Mikhail Murashko li Moskovê daxuyanîyek da rojnamevanan û diyar kir ku dermankirina kesên di êrîşa 22yê Adarê de li Crocus City Hall de birîndar bûbûn dewam dike.
Muraşko diyar kir ku yek ji wan kesên dihatin dermankirin jiyana xwe ji dest daye û got: “Mixabin yek ji kesên ku rewşa wî giran bû jiyana xwe ji dest da. Bijîşkan her tişt kir lê bi nikarîbûn rê li ber mirina wî bigirin”.
Muraşko diyar kir ku 17 jê giran 69 kes li nexweşxaneyan tên dermankirin.


