Cîhan

Adîdasê Tirk aciz kirin

Adîdasê pêlavên sneakers ên bi rengên kesk sor û zer derxistin bazarê û evê yekê netewperestên Tirk bêzar û pir aciz kir. 

Li gor nûçeya malpera Cîhana Boss an, hilberînerê pêlavên werzîşê Adidas modelek nû ya Samba bi rengên kesk- sor û zer çêkiriye.

Pêlavên ku li ser malpera Adidas a Almanyayê hatin weşandin, bi taybet ji alî Tirkên Almanya û Ewropayê rastî bertekên mezin hat.

Modela Samba ya bi xetên kesk-sor û zer a marqeya Adidas, ku di salên 1950an de cara ewil wek modela performansa lîztina fûtbola hundurîn hat çêkirin, bi hinceta ku “rengên PKKê sembolîze dike” ji alî netewperestên Tirk ên Ewropayê ve hat şermezarkirin.

Bi taybet di medya civakî de, di nav Kurd û Tirkan de nîqaşên tund li ser vê yekê hatin kirin û ev yek pir li zora Tirkên nîjadperest çû. 

Back to top button