Civak

Ji Komeleya Şêx Seîd banga hilbijartinê

Komeleya Şêx Seîd a Amedê bi daxuyaniyekê xwe banga tevlêbûna hilbijartinê kir.

Di daxuyaniya komeleyê de hat destnîşankirin ku hilbijartin di şert û mercên adil û wekhev de nehatine kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku siyaseta qeyûman ji sala 2016an û vir berdewam dike û hat gotin: “Di vê derbarê de li gor erka komeleya me,  li dijî zilm û zordariyê piştgiriya bindestan berpirsyariyek olî û mirovî ye. Helwesta me ya bingehîn xurtkirina bingeha yekîtiya gelê me ye“.

Komeleya Şêx Seîd di daxuyaniya xwe de herweha got:

“Hilbijartinên li Kurdistanê ne bûyera diyarkirina rêveberekî herêmî bi serê xwe ye. Ev hilbijartin nimûneya helwestek li dijî sîstema parêzgariya niha ye û wê helwesta gel jî li hember şerê berdewam diyar bike. Tevî ku hilbijartinek di şert û mercên newekhev de tê kirin jî, helwesta bi biryar a gelê me di hilbijartinan de dikare pêşî li pevçûnek tund bigire û bi xurtkirina yekîtiya herî berfireh a gelê me derî li çareseriya pirsgirêkan veke”.

Balkêş e ?
Close
Back to top button